Rojnamevan Hesen Zaza li Şamê hat berdan

Hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rojnamevan Hesen Zaza, yê ku di 27’ê Hezîranê de hatibû girtin, berda.

Rojnamevan Hesen Zaza li Şamê hat berdan
3 tîrmeh, 2025   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên "Ewlekariya Giştî" yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rojnamevan Hesen Zaza, piştî di bin şert û mercên nediyar de ew girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin berda. Lê heta niha sedema hatiye girtin nehatiye aşkerakirin.

Rojnamevan Hesen Zaza di peywendiyekê ji ajansa me re diyar kir ku ew hate berdan û niha li mala xwe ya li Şamê ye.

Rojnamevan Hesen Zaza li ser girtina xwe bi bîr xist ku bêyî tu tohmetên zelal û aşkera ew di vê heyamê de girtî bû.

Saziyên ragihandinê û sendîkayên rojnamevaniyê bertekên tund li hember girtina rojnamevan Hesen Zaza nîşan da û daxwaza berdana wî kir.

(fr)