Taxên Qamişloyê û krîza avê

Di her havînê de şêniyên taxên bajarê Qamişloyê êşên krîza avê dikişînin, bi wê re şênî neçar dibin bi bihayên bilind bi rêya tankeran avê bikirin.

Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
Taxên Qamişloyê û krîza avê
29 gulan, 2025   07:25
QAMIŞLO

Bi destpêka her havînê re krîza avê li gelek taxên bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê derdikeve. Av heta demeke dirêj tê qutkirin û ev jî ji bo niştecihên zehmetiyên mezin çêdike.

Şaredariya Gel a bajêr destnîşan kir ku sedema vê krîzê ew e ku ji ber bahoza tozê û ecaca beriya demekê bûye burcên kehrebeyê xistin xwarê û ji ber wê xeta 6’an a ku kehrebê dide stasyonên kehrebê ya kantona Cizîrê qut bû.

Ev krîz herî zêde li beşên wekî kolana Munîr Hebîb, Kornîş, Muwezefîn, dawiya kolana Quwetlî û taxa Xerbî derdikeve.

Şaredariyê ji şêniyan lêborîn xwest û diyar kir ku ji aliyê wan jî kêmasî di performansê de hene. Şaredariyê anî ziman ku sedema sereke ya qutbûna avê jî, ew e ku gelek bîr ji ber qutbûna dubare ya kehrebê ya ji ber pergala kêmkirina saetên bikaranînê yên ji bo stasyonê, rawestîne.

Digel rewşa kêmbûna avê û bilindbûna pileyên germahiyê, niştecih neçar dibin ku ji tankeran avê bikirin, lê ew yek barekî madî çêdike û gefên belavbûna nexweşiyan a ji bo nemisogeriya başbûna kalîteya avê dixwe.

Li kêlek vê krîzê jî, hin xwediyên tankeran krîza avê ya li bajêr ji bo xwe derfet digirin û biha bilind dikin. Şênî ji bo 5 bermîl av ji 50 heta 100 hezar lîreyên Sûriyeyî didin. Xwediyên tankeran avê jî ji Hîzama başûrê bajêr tînin.

Di dawiya kolana Quwetlî de, ev 6 sal e niştecih krîza qutkirina wextî ya avê dikişînin. Girêdayî vê mijarê hemwelatî Besman Deham El Muxlef (65) got: "Av rojane tenê saetekê tê. Malbat jî neçar dibin ku avê bi nirxên pir buha ku digihîjin heta 100 hezar lîreyan ji bo xezanekî, ji tankeran dikirin."

El Muxlef diyar kir ku ev biha barê hemwelatiyan giran dikin û ne li gorî rewşa wan a aborî ye û got: "Em bang li şaredariyê dikin ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve û jêdereke avê ya ewle ji bo şêniyan peyda bike."

Girêdayî heman mijarê, li taxa Muwezefîn (Şedwan) jî di her havînekê krîza avê dubare dibe û şênî avê ji tankeran dikirin û xezanên xwe dadigirin.

Mihemed Mihemed (45) diyar kir ku ev pirsgirêk salane dubare dibe, lê di 2 salên dawîn de kûrtir bûye û got: "Rojane şênî avê dikirin û ev jî bûye beşek ji zehmetiyên wan ên rojane."

Li gorî şahidên taxa Muwezefîn, di demekê de av bi awayekî asayî digihîne taxa kêlekê, 25 roje av nehatiye taxa Muwezefîn û ji bo şêniyan pirsgirêkên mezin e.

Mihemed wiha domand: "Dema em serî li Daîreya Avê didin em sedemên dûrî rastiyê dibihîsin. Hinek dibêjin lewlebek (sikir) girtî heye, hinek dibêjin tora taxê tevlihev e û pêwistî bi berdana xurt a avê heye û ji bo wê pêwsit e av ji stasyona Hilêliyê û ya Ewêce bi hev re were berdan da ku av bigihîje taxê."

Mihemed bi hêrs got :"Ava tankeran ne paqij e û ji bo bêhena nexweş a avê min bi xwediyê tankerekî re şer kiriye. Lê ruxmî xeteriyên tenduristî jî em neçar in avê bikirin."

Mihemed daxwaza çareyek lezgîn kir û wiha berdewam kir: "Em dixwazin mîna taxên din av bi awayekî adilane were belavkirin; ji stasyonên Hilêliyê û Ewêce her caran rojan bi rêk û pêk were berdan."

Ava bajarê Qamişloyê ji 3 stasyonên sereke tê. Stasyona Hilêliyê (52 bîr hilberîna wan di saetê de 40-75 metredam av e), stasyona Ewêce (16 bîr) û stasyona Ceqceq (6). Her 24 saetan av ji bo beşeke bajêr tê berdan, beşa rojhilat û ya rojava. Li kêlek van jî xeta Sevan a ji Dêrikê tê jî heye, û dirêjiya tora wê 474 kîlometre ye û digihîje tevahiya bajêr.

Şêniyan bang li aliyên berpirs kir ku çareseriyên adilane û birêkûpêk peyda bikin, torên avê yên kevin sererast bikin û pergala belavkirinê baş bikin, saetên dayîna avê zêde bikin, çavdêriyê li kalîteya avê bikin, bi taybet digel bilindbûna pileyên germahiyê û daxwazên wê yên zêde di havînê de.

(mh/fr)

ANHA