Tariq Wehbî: DYA hewl dide hêzên herêmî bikişîne nava şer

Lêkolîner Tariq Wehbî anî ziman ku şerê li dijî Îranê di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a nû de tê kirin û sernavê vî şerî "Wêrankirina ji bo avakirinê" ye. Tariq Wehbî her wiha destnîşan kir ku Washington hewl dide hêzên herêmî bikişîne nava vî şer.

Tariq Wehbî: DYA hewl dide hêzên herêmî bikişîne nava şer
6 nîsan, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî têkildarî gefên serokê Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê (DYA) ên pêkanîna êrişên bejayî li ser Îranê û kontrokirina girava Xargê, her wiha senaryoyên muhtemel ên şer ji  ajansa me re axivî.

Tariq Wehbî li ser vê yekê ji ajansa me re axivî û got: "Ez bawer dikim amerîkî xwe dispêre têkiliyên bi hin rayedarên rejîma melayan re. Ev têkilî dan û standinên der barê bernameya nukleerî de yên piştî vekişîna DYA`yê ya sala 2018’an tînin bîra mirov ku tê de şandeya dan û standinan a Îranê bêyî ku bigihêje çareseriyekê karîbû demê qezenc bike. Îro, em di bin giraniya wêrankirinê û makîneya leşkerî ya Îsraîlê de dijîn, heta berî ya DYA`yê jî ku hewl didin binesaziya leşkerî ya Îranê hilweşînin. Ji ber vê yekê, gurkirina rewşê şêweyekî wekî qezenckirina demê ji bo gihaştina şertên teslîmbûnê ye.”

Der barê planên DYA`yê de Wehbî got: “Bê guman planeke DYA`ê heye, jê wêdetir pêkanîna vê planê heye, lê tenê di asta leşkerî de. Biryara siyasî ya hilbijartina rêbaza çalakiyê ya çêtirîn dudil e, lê di heman demê de, ew qebûl dike ku armancan temam bike. Ev biryar sînorên qonaxa heyî û îhtîmala derbasbûna qedexeya li ser êrişeke bejahî diyar dike ku dikare şûrekî kevî be; an bidestxistina serkeftinê û bidawîkirina rejîma heyî ya li Îranê, yan jî ketina nav axa Îranê ku dikare DYA`yê ber bi ezmûneke nû ya mîna Viyetnamê ve bibe.”

HEWLDANÊN HERÊMÊ TEV LI ŞER BIKIN

Li ser pirsa gelo Washington hêzên herêmî teşwîq dike ku beşdarî vî şerî bibin, Wehbî destnîşan kir ku DYA bi rastî dixwaze dewletên Kendavê û yên din bikişîne nava şer. Wehbî wiha pê de çû: "Welatên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê fêrî derseke girîng ji bo siberojê bûne ku stratejiyeke parastinê çêkin û li ser avakirina çavdêriyeke Kendavê bixebitin da ku pêşî li her karesateke siberojê bigirin. Tevlêbûna di şer de tê wateya qebûlkirina wêrankirina hemû binesaziya petrolê. Ev yek jî piştê geşedana aboriya Kendavê karekî hêsan e."

Der barê berfirehbûna şer ber bi welatên din de, Wehbî diyar kir ku şer "yekser ber bi Iraq û Lubnanê ve berfireh bû û ji hêzên herêmî hat xwestin ku eniyên şer vekin da ku zirarê hinekî kêm bikin. Yemen hîn di bin siya Îranê de ye ku hewl dide zextê li hundirê Îranê kêm bike. Berevajî vê, xuya ye ku Sûriye westiyayî ye û ne amade ye ku bikeve nav pevçûneke leşkerî ya rasterast, lê ew dixebite ku rê li ber derbasbûna hêzên leşkerî yên girêdayî hêzên Îranê ji Lubnanê ber bi Iraqê ve bigire. Jiholêrakirina van hêzên leşkerî beşeke şerekî ye ku balê dikişîne ser jiholêrakirina platformên mûşekan û mûşekên krûz."

KAOSA AFIRÎNER; WÊRANKIRINA JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ

Pisporê têkiliyên navneteweyî nêrîna xwe li ser dawiya vî şerî û encamên wî wiha anîn ziman: “Ev pevçûn têgeha kaosa afirîner a Condoleezza Rice tîne bîra me. Dawiya vê pevçûnê dê bi wêrankirina ji bo ji nû ve avakirinê were diyarkirin, mixabin ne li ser bingehên zelal e, ne jî armancên nezelal. Lê cîhan piştî kiryarên serok Trump guherî ku di bin navê parastina demokrasiyê li Îsraîlê de em xistin nava pevçûnan û paşê ji her kesî xwest di şerê wî yê li dijî Çîn û hevalbendên wê de bi wî re bin.”

Tariq Wehbî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îran dê gelek tiştan winda bike, lê bi rawestandina li hember hêza herî mezin a cîhanê bêyî ku heta niha hilweşe, dê serbilindiyê bi dest bixe. Şerê heyî buhayên enerjiyê bilind kirine û cîhan veguherandiye komeke welatên ku li rêyên aramkirina aborî û ewlehiya xwe digerin, di heman demê de nakokiya DYA-Ewropayê niha regeza hevpeymanan dişikîne û parastina aştî û ewlehiya navneteweyî têk dibe.”

 (k)

ANHA