Ciwan Siko: Di destûra Sûriyeyê de divê hemû pêkhate hebin

Ciwan Siko diyar kir ku Kurd di avakirina Sûriyeyê de bi roleke girîng radibin û dixwazin di çêkirina destûra nû ya Sûriyeyê de bi hemû pêkhateyên din re cihê xwe bigirin û mafê wan werin misogerkirin.

Ciwan Siko: Di destûra Sûriyeyê de divê hemû pêkhate hebin
6 nîsan, 2026   04:55
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Çavê her kesî li çêkirina destûra nû ya Sûriyeyê ye. Li Sûriyeyê gelek pêkahete hene û dixwazin di danîna destûra Sûriyeyê de mafê wan jî were misogerkirin, lê hikumeta demkî mafê wan binpê dike. Der barê vê mijarê de sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko ji ajansa me re axivî.

Ciwan Siko diyar kir ku ew wekî partî daxwaza hebûn û mafên gelê Kurd dikin û wiha got: “Wek Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê ji salên berê ve em daxwaza maf û hebûna gelê Kurd dikin, divê mafêm hemû pêkhateyan û bi taybet ên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bên parastin.”

Siko got: “Biryarnameya 13`an a ku ji hêla hikumeta demkî ve hat derxistin, em kêm dibînin lê gaveke erênî ye. Em hêvî dikin ku di pêkanîna destûrê de hin gavên din werin avêtin.”

Di berdewama axaftina xwe de Siko got: “Ji bo ku bawerî di nav gelê Sûriyeyê de, bi taybet gelê Kurd, were çêkirin, divê di destûrê de mafên hemû pêkhateyan werin misogerkirin, da ku gel bi rehetî bikare li ziman û çanda xwe xwedî derkeve.”

Ciwan Siko her wiha got: “Em wekî partî israr dikin ku mafên gelê Kurd wekî yên her pêkhateyekê di destûrê de hebin, ew komîteya ku were avakirin ji bo danîna reşnivîsa destûrê, divê Kurd jî tê de cihê xwe bigirin da ku em mafên xwe tesbît bikin û li mafên xwe yên siyasî û dîroka xwedî derkevin.”

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko îşaret kir ku di avakirina Sûriyeyê de rola gelê Kurd girîng e û wiha dom kir: “Rola gelê Kurd di avakirina Sûriyeyê de hebû, tu kes nikare mafên me binpê bike. Berxwedana Îbrahîm Henano li ber çavan e, em ne mêvan in wekî ku hikumeta demkî dibêje. Me Sûriye ava kir û em dixwazin di Sûriyeya nû de jî xwedî rol bin, li gel hemû pêkhayeyên ku li Sûriyeyê dijîn. Di destûrê de dîrok û hebûna tevahî gelan divê were tesbîtkirin û her kes bi rê û resmên xwe bijî.”

ANHA