‘Azadiya Rêbertî şertê bingehîn ê serxistina pêvajoya aştiyê ye’

Siyasetmedar Ferhan Dawûd diyar kir ku berdama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan bandorê li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê pêşketina pêvajoyê ye.

‘Azadiya Rêbertî şertê bingehîn ê serxistina pêvajoya aştiyê ye’
6 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê bajarê Hesekê Ferhan Dawûd têkildarî berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê wî ve hatibû ragihandin, ji ajansa me re axivî.

Ferhan Dawûd anî ziman ku berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê rasterast bandorê li pêvajoyê dike ku beriya salekê ji aliyê wî ve hatibû ragihandin.

Ferhan Dawûd diyar kir ku hewcedariya vê pêvajoyê bi têkildayîneke çalak a bi Rêber Abdullah Ocalan re dike da ku bikare mîsyonê xwe bidomînê û gavên dîtir werin avêtin.

Dawûd bi bîr xist ku ji ber mercên ragirtinê ku pîvanên jiyaneke xwezayî lê nîn in, fikarên li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan çêbûne. Her wiha got: “Berdewama tecrîdkirinê û qedexekirina hevdîtinan, ne tenê rewşa tenduristiyê tehdîd dike, di heman demê pêvajoya aştiyê asteng dike ku hewayeke siyasî û mirovî ya guncaw hewce dike da ku bi ser bikeve. Ev jî bi dê bi azadkirina wî çêbe."

Dawûd destnîşan kir ku divê dewleta Tirk di çarçoveya pêvajoyê de gavên cidî biavêje û wiha domand: "Divê hevdîtin bi Rêbertî re pêk werin û rola wî di pêvajoya siyasî de were şopandin. Rêbertî û PKK'ê gavên şênber di vî warî de avêtin, lê dewleta Tirk gavên pêwîst ji bo serxistina pêvajoyê neavêtine."

Ferhand Dawûd îşaret bi vê yekê kir ku pêşketinên bilez û bûyerên ku li Rojhilata Navîn rû dane, girîngiya vê pêvajoyê û hewldanên birina wê ber bi aramiyê ve zêdetir dikin. Her wiha diyar kir ku berpirsyariya parastina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dikeve ser milê gelê Kurd, di heman demê demê de ji rêxistinên hiqûqî, mirovî û tevahî gelên Rojhilata Navînê tê xwestin, ji ber ku banga banga Rêbertî kiriye ji bo ximzeta hemû gelan e.

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku axaftinên li Tirkiyeyê li ser pêşketina pêvajoya aştiyê, nayê wateya ku rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e baş e û got divê tecrîd bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were, ji ber ku wek “şertê sereke yê berdewama pêvajoyê û birina wê ber bi merheleyên berfireh û pêşketîtir" bi nav kir.

(bb)

ANHA