Daîreya Têkiliyên Derve bi Daîreya Karûbarên Rêxistinan re civiya

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi Daîreya Karûbarên Rêxistinan re astengî û zehmetiyên li pêşberî rêxistinên li herêmê kar dikin, nîqaş kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve bi Daîreya Karûbarên Rêxistinan re civiya
Daîreya Têkiliyên Derve bi Daîreya Karûbarên Rêxistinan re civiya
3 îlon, 2024   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Karûbarên Rêxistinan û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê civîneke fireh bi rêxistinên navneteweyî û herêmê yên li Herêmê dixebitin re li dar xist. 

Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û hevserokê Daîreya Karûbarên Rêxistina Nacî Hibo beşdar bûn.

Di civînê de astengî û zehmetiyên li pêşberî rêxistinan derdikevin, xalên lawazî û rêbazên çareserkirina wan û makanîzmaya hevkariyê di navbera Daîreya Karûbarên Rêxistin û rêxistinên li herêmê dixebitin de hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku civînên dorveger werin lidarxistin û tê de aliyên di xebata mirovî de aktîv in mîna platform û bernameya piştgiriyê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bin.

(fr)