Sûriye, Tirkiye û agirbesta Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser serweriya hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê li ser rêxistinên navneteweyî, niyeta Erdogan a guhertina sîstema hilbijartinan li Tirkiyeyê û agahiyên têkildarî lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan a navbera aliyên şerê Xezayê.
Rojnameya El Ereb di bin sernavê “Hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê serweriya xwe li ser rêxistinên navneteweyî xurttir kiriye” de bal kişand ser qeydên ku hikumeta Şamê li ser rêxistin û desteyên navneteweyî û heta yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ferz dike. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku hêzên hikumetê zêde dest li kar û barên wan rêxistinan werdide. Rojnameyê li gorî çavkaniyan eşkere kir ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê hejmareke karmendên rêxistina alîkarî û xebitandina penaberên Filistînê (UNRWA) ya girêdayî NY`yê ji kar sekinadine anku rêxistin neçar kiriye ku bi hinceta “xeteriyê li ser ewlehiya Sûriyeyê çêdikin” ji kar bide sekinandin. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku piştî şopandin û lêkolînan diyar bû ku sekinandina karmendan ji ber sedemên ewlehiyê ye.
'ERDOGAN NIIYET DIKE SÎSTEMA HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ BIGUHERÎNE'
Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeyeke xwe de cih da rojeva Tirkiyeyê û diyar kir ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îşaret bi ihtimala guhertina sîstema hilbijartina serokkomar bi rêya betalkirina sîstema “50 +1”, kiriye.
Rojnameyê cih da nirxandina çavdêran a “axaftina Erdogan li ser guhertina sîstema hilbijartina serokkomar, hewldaneke ji bo ku hevbendiya bi Partiya Tevgera Netewperest (MHP) re xira bike û hevbendiyan bi partiyên din re pêk bîne, bi vî rengî bikare serkeftina di hilbijartinan de misoger bike”.
AGIRBESTA LI XEZAYÊ Û PEVGUHERTINA DÎLGIRTIYAN
Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî der barê rewşa Xezayê de nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku astengiyên li pêşiya dan û standinên têkildarî lihevkirina qismî ya ji bo pevguhertina dîlgirtiyan û alîkariyan navbera Hemas û Îsraîlê, ruxmî hewldanên hikumeta Til Evîvê ya guhertina lihevkirinê û astengkirina wê jî, êdî ketine meriyetê.
Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên pêbawer ragihand ku DYA`yê beriya du rojan soz daye navbeynkar Qeterê ku dê hikumeta Îsraîlê îqna bike ji bo ku lezê bide rêveçûna lihevkirinê, li beramberê wê jî xwestiye ku zextê li Hemasê bike da ku hejmareke zêdetir a dîlgirtiyên Îsraîlê berde.
Li gor heman çavkaniyan, nîqaşên têkildarî dema agirbestê hê jî deawm dikin, ji ber ku Îsraîlê bi israr e ku agirbest 3 roj be, Hemas jî dixwaze 5 roj bin. Rojnameyê bal kişand ku ev mijar hê jî nehatiye çareserkirin.
(şx/c)