HPG: Çavrê bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê

HPG’ê aşkera kir ku gerîla Çavrê Gelhat li Metînayê di encama qezayekê de şehîd bûye û got: "Çavrê Gelhat ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da û bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê."

HPG: Çavrê bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê
20 mijdar, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Çavrê Gelhat 4’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metînayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêya me Çavrê ku jina serhildêr a Botanê û hezkiriya azadiyê bû, di jiyana xwe ya 9 salan a şoreşgeriyê de bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê, bû şervaneke mînak a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê. Baweriya xwe ya ji serkeftinê re her roja ku derbas bûyî mezin kir û xwe pêş xist. Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da. Hevrêya me Çavrê ji hevrêyên xwe pir hez dikir û li her qada ku lê ye bal dikişand; bi samîmiyet, dirûstî û kesayeta xwe ye bi cewher û hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêya me Çavrê di encama qezayekê de tevlî karwanên şehîdan bû û vê yekê em pir xemgîn kirin. Weke hevrêyên wê em diyar dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên wê. Em ji malbata hêja ya hevrê Çavrê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Çavrê Gelhat bi vî rengî ne:

Nasnav: Çavrê Gelhat

Nav û Paşnav: Şîlan Bakşî

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Nazenîn – Osman

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2023’an / Metîna

Heta kêliya ku şehîd bûyî bi baweriya ji bîrdoziya Rêbertî û meşa li ser xeta jina azad, bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku xeyalên hevrêya xwe Çavrê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”