Tehran: Eger Amerîka êriş bike dê bersiva me hişk be
Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El Lehyan got ku di êrişên Amerîkayê yên li dijî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Ebid El Lehyan ji rojnameyan Financial Times a Brîtanyayê re axivî û got ku eger artêşa Amerîkayê êrişî hêzên Îranê yên li Sûriyeyê bike, dê welatê wî bersivek hişk bide.
Ebid El Lehyan ji rojnameyê re wiha axivî: “Li gorî agahiyên li ber dest, di êrişên Amerîkayê yên li dijî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê de tiştek bi hêzên Îranê nehatiye. Bêguman, eger mîna vê bûyerê rû bide, dê bersiva Îranê hişk be.”
(c)