‘Sûriye ji şer dûr dikeve, Îran bi bêdengî dan û standinan dike’

Çavdêr dibêjin Sûriye li hember tundiya Îsraîlê ber bi siyaseta nerm ve diçe. Dan û standinên Washington û Tehranê ji gelek îhtîmalan re vekirî ne.

‘Sûriye ji şer dûr dikeve, Îran bi bêdengî dan û standinan dike’
9 nîsan, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser helwesta Sûriyeyê ya li hember êrişên Îsraîlê û dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de.

‘SÛRIYE: ŞERÊ HERÎ BAŞ DÛRKETINA JI ŞER E’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di demekê de ku Îsraîl êrişên xwe li ser navendên leşkerî û balafirxaneyên li hundirê Sûriyeyê tundtir dike, hikumeta Sûriyeyê ya demkî siyaseta xweragiriyê dike û xwe ji bersiveke rasterast a leşkerî dûr dixe û dixwaze serî li kanalên navneteweyî bide da ku zextê li Tel Avîvê bike. Ev nêzîkatî ji hêla hin aliyên ve tê rexnekirin ku wan dixwest helwesta Sûriyeyê tundtir bûya. Di heman demê de hikumet vê helwestê wek beşeke stratejiyeke maqûl dibîne ku armanc dike welat ji şerekî bêwate dûr bixe.

Helwesta Sûriyeyê hewldanek e ji bo bidestxistina baweriya civata navneteweyş û rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, ji bo serkeftina xebatên jinûveavakirinê.

‘TRUMP Û ÎRAN Û HIN DERSÊN JI HAMASÊ’

El Şerq El Ewset diyar kir ku dan û standinên Amerîka û Îranê dê ne hêsan bin û hûrgiliyên wan jî zehmet e ku mirov pêşbîn bike. Lê belê encam dê bê guman girîng be û dibe ku Washington û Tehran bigihêjin lihevkirineke sosret, çi erênî çi neyînî yan jî encam dibe ku li gorî berjewendiya Netanyahu be ku dixwaze şerê leşkerî bi Îranê re bike.

Rojnameyê nivîsî ku daxuyaniyên Îranê yên ku dibêjin ew piştevaniya Hûsiyan nake, her wiha fermana Îranê ji bo milîsên çekdar ên li Iraqê heye ku tu tevgereke ku bibe sedema şerê bi Amarîka û Îsraîlê re, nekin. Ev rewş hemû berê me didin rewşa Hemasê ya li Xezayê ku ya herî lawaz û metirsîdar e. Hemas dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û vegere rewşa beriya êrişa 7’ê Cotmehê. Netanyahu jî dixwaze hemû şerên xwe yên navxweyî temam bike û hêzên li derdorê Îsraîlê bişikîne. Ji ber vê yekê jî behsa pêvajoya aştiyê û çareseriyan nayê kirin.

(k)