Supayê Pasdaran: Dê bersiva Îranê  tundtir û berfirehtir be

 Supayê Pasdaran ê Îranê ragihand ku artêşa Amerîkayê bi hinceta êrişkirina ser çend keştiyên bazirganî, êrişî ser xaka Îranê kiriye.

Supayê Pasdaran: Dê bersiva Îranê  tundtir û berfirehtir be
27 hezîran, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Supayê Pasdaran, derbarê êrişa artêşa Amerîkayê ya li ser çend keştiyên Îranê û bi taybetî li ser çend xalên li Tengava Hurmuzê, daxuyaniyeke fermî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve li başûrê Libnanê, Amerîkayê jî wekî her car dest bi binpêkirina sozên xwe kiriye.

Supayê Pasdaran li dijî van êrişên Amerîkayê ragihand: “Hêzên me yên deryayî, bi fuzeyan bagehên lekerî yên Amerîkayê yên li herêmê, bersiva van êrişan dane.” Her wiha hişyarî hat dayîn ku ger destdirêjiyên wan dubare bibin, dê bersiva Îranê pir tundtir û berfirehtir be.

AMERÎKA: ME BERSİVA ÊRİŞÊN ÎRANÊ DA

Li aliyê din, hat ragihandin ku roja Înê Îranê bi dronan êrişî ser çend keştiyên barhilgir ên sivîlî yên Amerîkayê kiribû. Amerîkayê ev êriş wekî binpêkirineke eşkere pênase kir.

Şeva borî, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di bersiva êrişa dronî ya Îranê ya li ser keştiyeke bazirganî ya Sîngapurê ya li Tengava Hurmuzê de, çend cihên muşek û dronan yên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hurmuzê bi giranî kirine armanc.

Ev rûdan û rageşî di demekê de diqewimin ku Îran û Amerîkayê li ser hinek xalan lihevkirineke destpêkê îmze kiribûn û ji bo gihîştina bi liehvkirina dawî dest bi danûstandinan kiribûn.