Li Humsê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Çi taxa El Waer a Humsê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pevçûnekê de birîndar bûn.

Li Humsê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
27 hezîran, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku li taxa El Waer a Humsê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çekdaran de pevçûn derketin.

Li gorî agahiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyeke dizan operasyoneke ewlehiyê pêk anî û di encamê de pevçûn derketin û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di operasyonê de çekdarek hate girtin. Her wiha hêzên ewlehiyê li dora herêmê hatine bicihkirin.

(k)