Suîqastkirina dijî elewiyên Sûriyeyî didomin

Rewşên suîqastkirinê yên dijî mezheba elewî li Sûriyeyê didomin. Her wiha şêx Elî Dîb Ebû Ramî û hevjîna wî ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Suîqastkirina dijî elewiyên Sûriyeyî didomin
9 ÇILE, 2025   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku şêxê Elî Dîb Ebû Ramî û hevjîna wî ku ji mezheba Elewî ne û ji gundê Denîbe yê gundewarê Selemiyê duh piştî lêgerîna li gundê wan, ew ji aliyê kesên nenas ve ber bi cihekî nediyar ve birin. Lê îro li ser rêya şaxî ya li nêzî gundê Senîde yê heman gundî cenazeyên her duyan hatin dîtin.

Li gorî SOHRˋê xelkê herêmê li hember vê bûyerê hêrseke mezin nîşan da.

Girêdayî mijarê, xelkê bajarokê Eyn El Şerqiyê yê gundewarê Ceblê yê Laziqiyê îro cenazeyên 3 cotkaran û zarokekî ku duh bi destê endamên HTŞˋê yên ku ne ji Sûriyeyê ne hatibûn kuştin, hatin veşartin.

(fr)