Şehîd Kerem El Hemed li Reqayê hat oxirkirin

Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê şehîd Kerem El Hemed li goristana gundê Hikûmiyê ya bakurê kantonê spart axê.

9 ÇILE, 2025   18:42
REQA

Di merasîma oxirkirinê de şêniyên kantonê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Şehîd Kerem El Hemed duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî konvoya gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê de, şehîd bû.

Di merasîmê de berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê Xûd El Îsa sersaxî da malbata şehîd Kerem û tevahî şehîdên azadiyê û hedefgirtina konvoya sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Xûd El Îsa têkoşîna şehîd Kerem El Hemed bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk, dubare kir.

Birayê şehîd Kerem El Hemed, Yasir El Hemed jî axivî û got: "Em bi lehengiya xwe ya ku jiyana xwe fedayî welat kiriye serbilind in. Kerem sembola lehengî û fedakariyê bû."

Yasir El Hemed soza şopandina rêya xwişka xwe û tolhildana wê da.

Cîgira seroka Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Sosin Xelef sersaxî da malbata şehîd û got: "Pêwist e em bi hevgirtin û yekbûnê berxwedaneke hevbeş bidin meşandin û aştiyê pêk bînin. Bi dengê xwe yê azad em ê rûpelên dîrokê ji bo jiyana azad binivîsin. Em ê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de xwedî rol bin û mafên xwe di destûra Sûriyeya pêşerojê de biparêzin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Kerem El Hemed hat xwendin û ji bo malbata wê hat radestkirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" hat veşartin.

(mh/fr)

ANHA