Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê di salvegera 12'emîn a şehadeta wan de û bîranîna şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê, civînek li dar xist.

Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Li Helebê şehîdên Parîsê û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2025   19:51
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek li dar xist. Di civînê de şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê û şehîd Ronahî Yekta û hevrêyên wê yên ku beriya çend rojan di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Di civînê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nadiya Yûsif fedakariya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina rûmeta gelan û parastina xakê, silav kir.

Nadiya Yûsif diyar kir ku xebata bênavber a jinan a ji bo xurtkirina şoreşa xwe hişt ew di misogerkirina pêşeroja gelan û parastina destkeftiyên şehîdan de, bibin pêşeng.

Di dawiya axaftina xwe de Nadiya Yûsif diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên Parîsê, şehîdên Bendava Tişrînê derkevin.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşkêşkirin.

(mh/fr)