Sûdanî: Iraqê wê li hemberî qirkirina etnîkî ya li Sûriyeyê bêdeng nemîne

Serokwezîrê Iraqê ji serokkomarê dewleta Tirk a dagirker re got, Iraqê wê li hemberî qirkirina etnîkî û mezhebî ya li Sûriyeyê bêdeng nemîne û bi bîr xist ku Iraqê berê ji ber encamên serweriya rêxistinên tundrew a li herêmên Sûriyeyê zerar û destûr nede ku dûbare bibe.

Sûdanî: Iraqê wê li hemberî qirkirina etnîkî ya li Sûriyeyê bêdeng nemîne
3 kanûn, 2024   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan re axivî. Sûdan ji Erdogan re got, Iraq wê li hemberî bandorên xeternak ên rûdanên li Sûriyeyê bêdeng nemîne.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ku Ajansa Nûçeyan a Iraqê parve kiriye, "Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanê bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axivî û geşdanên ewlehî û meydanî yên li Sûriye û herêmê gotûbêj kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin "Serokwezîr, serokkomarê Tirk agahdar kir ku dê Iraqê li hemberî bandorên xeternak ên rûdanên li Sûriyeyê, bi taybetî pêkanînên qirkirina etnîkî ya pêkhate û mezhebin li wir bêdeng nemîne."

Sûdanê anî ziman ku welatê wî berê ji ber "terorê" û encamên serweriya rêxistinên tundrew a li herêmên Sûriyeyê zerar dîtiye û dê neke ku ev yek dûbare bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sûdanî teqezî li ser girîngiya parastina yekitî û serdestiya Sûriyeyê kiriye û got, dê Iraq ji bo parastina ewlehiya Sûriyeyê tevahî hewldanan bike.

(bb)