Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê piştgirî da gelê Rojava

Ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên dewleta dagirker a Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê, Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyek ya çapemeniyê de piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava dubare kir.

Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê piştgirî da gelê Rojava
3 kanûn, 2024   19:45
NAVENDA NÛÇAN

Îro êvarê li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê, Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser Rojava û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Endamê Desteya Rêveber ya Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Silêmaniyê Fethullah Huseyn ragihand ku armanca sereke ya dewleta Tirk tunekirina gelê Kurde û got; “Eger bajarê Helebê were dagirkirin, dê bibe heştemîn bajarê Kurdî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê dagirkirin. Ev jî ew rastî ye ku dewleta Tirk dijminatiyeke mezin li hemberî me heye. Em ji vir radigihînin ku gelê me yê Rojava di bin êrişên dagirkerî û gefên tunekirinê de rûbirû ye. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku helwestekê li dijî êrişên çeteyan û dijmintiya dewleta Tirk bigirin. Gelê Kurd yê Kantona Efrîn, Şehba û bajarê Helebê di bin gefên mezin de ne. Ji ber vê yekê em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dikin ku dengê xwe bilind bikin û helwest bigirin.”

Her wiha got: “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim ku Deriyê Fîşxabûr û Sêmalka were vekirin da ku em bikaribin alîkarî û piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê bigihînin Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku pêwîstiya me bi helwesteke netewî û yekdengiyê heye.”

Her wiha Endamê Eniya Piştgiriya Gel Bextiyar Mistefa jî di civîna çapemeniyê de axivî û got; “Çawa ku berê herêmên Girê Spî û Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin, wê demê çeteyên El Nusra û Ehrar Şam beşek bûn ji çeteyên DAIŞ’ê û niha careke din bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirk ji bo ji holê rakirina ezmûn û statûya Kurd li Sûriyê, îro jî komên çete yên dewleta dagirker a Tirk heman hewl û siyasetê dimeşînin.”

Digel dubarekirina piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê re, Bextiyar Mistefa got: “Gelê me di bin gef û tehdîdan de ye. Ji ber vê yekê em wek Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bang li Netewên Yekbûyî û hemû navend û rêxistinên qada demokrasî û mafên mirovan dikin ku deng bikin, li hemberî vê kuştin û dagirkeriyê helwest bigirin û asteng bikin. Her wiha rêyek ji bo wan welatiyên ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin, bibînin.”