Sudanî çû Urdunê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo tevlî ‘Konferansa Bertekên Mirovahiyê yên li ser rewşa Xezayê’ bibe, çû Urdunê.

Sudanî çû Urdunê
11 hezîran, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, ve sibehê Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî ji bo tevlî ‘Konferansa Bertekên Mirovahiyê yên li ser rewşa Xezayê’ bibe, çû Urdunê.

Zêdetirî heşt mehin şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li Xezayê didome. Di encama şer de bi deh hezaran kes hatine kuştin û birîndarkirin. Bi sed hezaran kes jî ji Xezayê koçber bûne. Artêşa Îsraîlê rê nade alîkariyên mirovî bigihe xelkê Xezayê, ji ber vê çendê birsêtî û nexweşî di nava xelkê wê de di astek metirsîdar de ye.