Li Geverê gund û zozan hatin qedexekirin

Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên navçeya Gever a bajarê Colemêrgê ya bakûrê Kurdstanê hate qedexekirin.

Li Geverê gund û zozan hatin qedexekirin
11 hezîran, 2024   11:02
NAVENDA NÜÇEAAYN

Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên navçeya Gever a Colemêrgê li wê herêmê ne, operasyona leşkerî hate destpêkirin. 

gelek leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne. Bi destpêkirina operasyonê re li ser pira di navbera zozanên Horê, Berê Sor û Coniyê bi wesayîtên zirxî noqteya leşkerî hate danîn. Hat zanîn ku gelek makîneyên kar li herêma operasyonê hatine sewqkirin. Her wiha hat zanîn ku gundên navborî hatine dorpêçkirin û ketin û derketinên gundan hatine girtin.

Hat ragihandin ku li qadên çiyayên Sipêrêz û Omerê liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.

Di heman demê de hat zanîn ku welatiyên dixwestin pezê xwe bibin zozanan jî hatin astengkirin.