Ciwanên Dêrazor êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Ciwanên Dêrazorê hedefgirtina Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê şermezar kir û destnîşan kirin ku têkoşîn û berxwedana wan heta hefesa dawî berdewam e.

Ciwanên Dêrazor êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir
11 mijdar, 2023   14:57
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya JInên Ciwan ên Dêarzorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û navenda Tevgera Ciwanan a li Minbicê şermezar kirin. 

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê rojavayê Dêrazorê Elî El Hemed li herêma Seba Kîlo ya rojavayê Dêrazorê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û navenda tevgerê li Minbicê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de, êrişa li ser navenda ciwanan, li dijî avakirina hêzên ciwanan a cîhanê li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna me û îsrara me ya berdewamkirina berxwedanê zêde dike. Heta nefesa dawî berxwedana me berdewam e. Em soz didin şehîdan ku şopdarên rêya wan bin ta ku serkeftin bi dest bixin.”

(şx)

ANHA