Stratejiya Îsraîlê, siyaseta DYA’yê û şerê Ukraynayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de zêdegaviyên Îsraîlê li Sûriye, Xeza û Lubnanê nirxandin. Her wiha cih da guhertinên di siyaseta derve ya Amerîkayê û astengiyên li pêşiya bidawîkirina şerê Ukrayanyê.

Stratejiya Îsraîlê, siyaseta DYA’yê û şerê Ukraynayê rojevên rojnameyên erebî ne
18 kanûn, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Nehar bal kişand ser zêdegaviyên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve. Li gorî rojnameyê ’’Tevgerên leşkerî yên li Xeza, Sûriye û Lubnanê ne tenê beşek ji tedbîrên ewlehiyê yên ji bo pêşîgirtina li dubarebûna êrişan e. Lê di heman demê de beşek ji projeyek stratejîk a berfirehtir e ku bi doktrîna ’Îsraîla Mezin’ ve girêdayî ye.’’

Rojnameyê îşaret pê kir ku Îsraîlê siyaseta desteserkirina xakê ya gav bi gav û qelskirina dewletên cîran bi rêbazên leşkerî, ewlehî, siyasî û aborî dimeşîne. Rojnameyê di çarçoveya vê siyasetê de ’’Sûriyeyê û hewldanên ji bo bikaranîna kêmneteweyan û ferzkirina rastiyên nû li ser erdê’’ wekî nimune nîşan da. Hat goitn, ’’her çiqasî Îsraîl niha nikaribe kontroleke rasterast û berfireh ferz bike jî, lê ji bo avakirina serdestiya ewlehî û aborî ya demdirêj dixebite ku bi piştgiriya projeyên herêmî û peymanên navneteweyî tê piştgirîkirin. Bi vî awayî rê li ber ji nû ve xêzkirina nexşeya bandorê li Rojhilata Navîn vedike.’’

GUHERTINA DI SIYASETA DERVE YA DYA’YÊ DE

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser guhertina di siyaseta derve ya DYA’yê de û ev nirxandin kir " Stratejiya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê guhertinek radîkal di siyaseta derve ya Amerîkayê de temsîl dike. Ev stratejîk berjewendiyên Amerîkayê li ser bingeha armanên pêşîn ên aborî û prensîba ’Destpêkê Amerîka’ ji nû ve pênase dike. Dîsa jî nirxandinek berfireh a pabendbûnên navneteweyî yên Washingtonê ji dawiya şerê sar ve di ber çavan re digire.

Li gorî stratejiya nû, Amerîkayê barên derve kêm dike û daxwaze hevalbend berpirsiyariyan parve bikin. Her wiha giraniyê dide pêşbaziya aborî û teknolojîk, nemaze bi Çînê re. Di heman demê de nêzîkatiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bi rêya hevpeymanên li ser bingeha berjewendî û veberhênanên hevpar ji nû ve şekil dide. Dîsa jî ji şerên dirêj dûr dikeve. Ev stratejî veguherînek ji mantiqa hegemonyaya tevahî ber bi realîzma bijartî ya ku ji hêla berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê ve tê rêvebirin nîşan dide.’’

UKRAYNA: GARANTÎ Û TAWÎZ!

Rojnameya  El Xelîc cih da dan û standinên berdewam ên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê û hewldanên ji bo pêkanîna peymaneke aştiyê.  Rojnameyê bal kişand ser nakokiya sereke di navbera geşbîniya Amerîkî û Ewropî ya der barê pêşveçûna dan û standinan de, li aliyekî û israra Ukraynayê ya li ser neterikandina axa xwe di berdêla agirbestê de li aliyê din.

Li gorî rojnameyê, geşbîniya Amerîkayê ya der barê îhtîmala gihîştina peymanekê di demek nêzîk de rûbirûyî astengiyên bingehîn tên, astenigya sereke jî ew e ku Kîev tevî zextên Amerîka û Eweroapyê qebûl nake li beramberî agirbestê dest ji Donetsk û Luhanskê berde.

 Rojnameyê diyar kir ku ’’netevlîbûna Ukraynayê bo NATO’yê niha hemen encamek diyarkirî ye. Di heman demê de garantiyên ewlehiyê yên alternatîf hîn jî xalek nakokiyê ne. Ev  yek di demekê de tê kirin ku Ewropa hewl dide hebûna xwe ya siyasî û ewlehiyê xurt bike. Di heman demê de Washington dixwaze beşdariya xwe ya rasterast kêm bike. Ev guhertinek stratejîk nîşan dide ku dikare bibe sedema guhertinên kûr ên jeopolîtîk di avahiya hevpeymaniya rojavayî û têkiliyan de bi atlantîk."

(b)