Di êrişên Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin

Rûsyayê ragihand ku di êrişên Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn û diyar kir ku hêzên wê 77 balafirên bêmirov ên Ukraynayê anîn xwarê. 

Di êrişên Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin
18 kanûn, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê kantona Rostov a başûrê rojavayê Rûsyayê Yuri Slyusar ragihand ku Ukraynayê bi balafirên bêmirov êriş li dijî kantonê pêk anî û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Yuri Slyusar diyar kir ku li bajarê Bataysk 7 kes birîndar bûn, ji wan yekî jiyana xwe ji dest da û zirar gihîşt avahiyekê û 2 xaniyan.

Her wiha da zanîn ku li Bendera Rostov jî agir bi keştiyekê ket, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bûn.

Wezareta Parastin ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di çend saetan de li kantonên Bryansk, Belgorod û Rostov û komara Qirimê 77 balafirên bêmirov ên Ukraynayê anîn xwarê.

(mh/b)