Stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya bajarê Til Temirê ji xizmetê derket.

Stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket
15 kanûn, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebê ya li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di encama topbaranê de stasyon ji xizmetê derket û kehrebe qut bû.

(fr)