Balafirên Tirkiyeyê gundekî Amêdiyê bombaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di danê êvarê de gundê Mijê yê ser bi bajarokê Amêdiyê ve bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê gundekî Amêdiyê bombaran kir
15 kanûn, 2024   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˋê ragihand ku di danê êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê ser bi bajarokê Amêdiyê yê li sînorê parêzgeha Dihokê ve bombebaran kir.

Heta niha têkildarî zerer û ziyanên bombebaranê de tu agahî nehatine belavkirin.