Bi dîmen zirarên bi malên welatiyên li derdora bendava Tişrînê de bûne

Ajansa me dîmenên zirarên ku di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî bendava Tişrînê de bi malên welatiyan bûne parve kirin.

Bi dîmen zirarên bi malên welatiyên li derdora bendava Tişrînê de bûne
15 kanûn, 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî bendava Tişrîn û derdora wê ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirarên mezin gihaştin malên welatiyan.

Li kêlek wê jî ji ber topbaranan bendav ji xizmetê derket, kehrebe li ser kantona Firatê û Minbicê qut bû.

Di 13'ê Kanûnê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku hêzan hemû hewldanên çeteyan ên kontrolkirina bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê têk birin. Di bersivdana hêzan de 210 çete hatin kuştin, 39 wesayîtên leşkerî û 6 tankên artêşa Tirk a dagirker hatin rûxandin û 5 balafirên bêmirov ên xwekuj hatin xistin.

(mh/fr)

ANHA