Stasyona avê ya Siwêdan ket xizmetê
Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê stasyona avê ya Siwêdan a ku li ser enerjiya tavê dixebite, vekir.
Stasyona avê ya Siwêdan bi beşdariya hevserokên Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê, rûspî û xelkê gundê Siwêdan merasîma vekirinê hat lidarxistin.
Di merasîmê de rêveberê Yekitiya Şaredariyan a gundewarên rojavayê Dêrazorê Mihemed El Mêzer keda ku ji bo vekirina stasyonê hatiye dayîn, pîroz kir.
Piştre hevserokê Yekitiya Şaredariyan a kantonê Mahir El Elawî li ser zehmetiyên ku li herêmê derketine û êrişên li dijî saziyên xizmetguzarî nexasim stasyonên avê, axivî.
El Elawî diyar kir ku ji zehmetiyên herî mezin pêxistina van stasyonan bi kehrebeyê bû. Her wiha El Elawî têkildarî hevkariyê spasiya hemû aliyên berpirs û şêniyên gundê Siwêdan kir.
Li gorî rêveberên projeyê, stasyon ji 332 tabloyên tavê pêk tê ku hilberîna wan a ji enerjiya tavê 620 watt e. Her wiha dînamoya 90 kîlowatt û jenetorek jî tên pêxistin.
Çaverê ye stasyon rojane 12-13 saetan bixebite û ava vexwarinê ji welatiyan re peyda bike.
(mh)
ANHA