Li Reqayê hemleyeke ewlehiyê ya berfireh hat lidarxistin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê Reqayê hemleyeke berfireh da destpêkirin û di hemleyê de 26 kesên ku bi tawanên curbecur hatibûn tohmetbarkirin hatin girtin.

Li Reqayê hemleyeke ewlehiyê ya berfireh hat lidarxistin
8 îlon 2024   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku li tevahî gundewarên başûrê kantona Reqayê hemleyeke berifeh daye destpêkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hêzên me li kantona Reqayê bi armanca xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê dest bi hemleyeke berfireh a ewlehiyê kir.

Hemle li hemû gundên gundewarên başûrê Reqayê ku ji Kesra dest pê dike heta gundê El Delha bi dawî dibe, pêk hat û hemû beşên tê de asayîşê beşdar bûn.

Hêzên operasiyonê ev helme bi hewlên dijwar ji bo komkirin û lêgerîna li kesên ji bo qanûnê tên xwastin û yên ku xwe veşartibûn bi rê ve birin. Di hemleyê de 26 kesên ku bi tawanên curbecur hatibûn tohmetbarkirin, hatin girtin .

Di nava van kesên ku dihatin xwestin de, 3 bazirganên sereke yên madeyên hişbirê yên ku zêdetirî 2 saetan bi hêzên operasyonê re ketibûn pevçûnê, hatin girtin. Lê hişyarî û plansaziya baş a hêzên me nehişt ku yek ji wan birevin û di pevçûnan de tu ziyan negihiştin endamên hêzên me.

Di serdegirtinan de gelek çekên bêruxset hatin dîtin û desteserkirin û ew jî ev in:

10  tivingên nêçîrê

10  çekên kilaşînkov ên normal

40 tivingên bombekşinê

12 damance

2 tivingên birno

26 cercûrên kilaşînkovê

90 mermiyên kilaşînkovê

2 narincok

3 cercûrên damanceyê

Ev helme di çarçoveya hewlên berdewam ên ku hêzên me pêk tînin de, ji bo parastina civakê û dabînkirina ewlehiya herêmê, yekkirina prensîbên ewlehî û aramiyê hat destpêkirin."