Panoramaya hefteyê: Şerê li Rojhilata Navîn dîmena herêmê ji nû ve xêz dike

Bandorên şerê li Yemenê, şerê Amerîka- Îranê, xetereyên rageşiya li tengava Hurmuzê, her wiha derketina hêzên Amerîka ji Iraqê rojevên sereke yên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.

Panoramaya hefteyê: Şerê li Rojhilata Navîn dîmena herêmê ji nû ve xêz dike
11 cotmeh, 2026   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser pêşketinên şerê li Yemenê, şerê Amerîka- Îranê û bandorên wê li ser hevsengiyên hêzan. Her wiha guhertinên leşkerî û siyasî yên Ii Iraq, Sûriye û Lubnanê nirxandin.

YEMEN Û QADA ŞERÊ HERÊMÎ

Rojnameya El Şerq El Ewsat operasyona nû ya li Yemenê bi hewldanek ji bo bidawîkirina kontrola Hûsiyan ve girêda.

Rojnameyê destnîşan kir ku deverên stratejîk, di nav de Mocha, Bab El Mandab û Dhubab, ji nû ve hatine bidestxistin, di heman demê de diyar kir ku pêşketin ji qada Yemenê wêdetir diçin û dibin têkoşînek berfirehtir ji bo bandora Îranê li herêmê.

Di gotareke din a bi sernavê, "Hûsî û Peymanên Windakirî", bal kişand ser girêdana Hûsiyan bi projeya herêmî ya Îranê ve.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Nahar a Lubnanê diyar kir ku şer dikare bibe "destpêkek ji bo êrişekê li ser tor û wekîlên Îranê yên li seranserê herêmê " û pêşketinên li Yemenê bi siberoja bandora Îranê li Lubnan, Iraq û deverên din y herêmê ve girêda.

Rojnameya El Nehar di gotara bi sernavê "Kartên Pevçûnê, Zextên Amerîka û Îranê... Ji Şerê Yemenê heta Bingeha Fairford heta Ukraynayê" de pêşketinên leşkerî yên li Yemenê bi rageşiya Amerîkî-Îranî ve girêda û ev nirxandin hat kirin "Aadên şer bêtir bi hev ve girêdayî bûne û pêşketinên li yek eniyê dikarin bandorê li hesabên li ser yên din bikin."

Rojnameya El Xalîc bal kişand ser xetereyên berdewamiya aloziyê li Tengava Hurmuzê  û li ser bandorên wê yên li ser bazirganî û enerjiyê û zêdebûna lêçûnên veguhastin û sîgorteyê hişyarî da. Her wiha daxwaza vegera ser rêya dîplomatîk kir.

VEKIŞÎNA DYA‘YÊ JI IRAQÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya vekişîna ji Iraqê nirxand. Rojnameyê biryar bi guhertinên stratejîk ên li herêmê diqewimin ve girêda û destnîşan kir ku bandorên nakokiya Îranî-Amerîkî gihîştine Iraq, Sûriye, Lubnan û Xezayê.

Rojnameya El Xelîc di nivîsekê de bal kişand ser bidawîbûna mîsyona Koalîsyona Navneteweyî. Rojnameyê diyar kir ku ev gav ji vekişîneke bi temamî ya ji hevsengiyên herêmî zêdetirî nîşaneya jinûve bicihbûneke stratejîk e. Rojnameyê bal kişand ser arîşeyên li pêşiya Bexdayê di xurtkirina xweseriya biryara ewlehî û siyasî li gel berdewama pêşbaziya herêmî û navneteweyî.

ŞERÊ AMERÎKA - ÎRANÊ

Di derbarê şerê Amerîkî-Îranê de, malpera Al Jazeera Net, arîşeya leşkerî ya heyî û vekişîna Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerî ve girêda, ku bi şerê vekirî gihîştiye lûtkeyê. Hate gotin ku rêveberiya Amerîkayê nêrîna stratejîk a gefxwarinên li Îranê hilbijart û hişyarî da ku nebûna alternatîfên zelal û hesabnekirina lêçûnên rageşiyê dibe ku temenê şer dirêjtir bike.