Şoygu li Tehranê ye

Sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu gihaşt Tehranê.

Şoygu li Tehranê ye
5 tebax 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel metirsiyên berfirehbûna şer di navbera Îran û Îsraîlê de piştî kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, sekreterê giştî yê Meclisa Ewlehiyê yê Rûsyayê ku wezîrê parastinê yê berê bû Sergey Şoygu gihaşt Tehranê.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir ku Şoygu dê bi serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û rayedarên leşkerî û ewlehî yên payebilind re xurtkirina hevkariya dualî nîqaş bikin.

Ajansa "Tansîm" a Îranê destnîşan kir ku sekreterê giştî yê ewlehiya neteweyî yê Îranê Alî Akber Ehmediyan, Şoygu vexwendiye ku serdana Îranê bike û armanca serdanê jî, xurtkirina têkiliyan û nîqaşkirina gelek dosyayên herêmî, navneteweyî û têkiliyên ewlehî û siyasî ye.

Îranê diyar kiribû ku mafê wê heye bersivê bide û tola Îsmaîl Heniye hilîne.

(şx)