Li Dêrazorê semîner hate dayîn

Partiya Sûriya Pêşerojê di semînerekê de ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bang li hikumeta Şamê kir ku bi hemû aliyên siyasî yên Sûriyeyê re diyalogê bike.

Li Dêrazorê semîner hate dayîn
Li Dêrazorê semîner hate dayîn
Li Dêrazorê semîner hate dayîn
Li Dêrazorê semîner hate dayîn
Li Dêrazorê semîner hate dayîn
Li Dêrazorê semîner hate dayîn
5 tebax 2024   16:01
DÊRAZOR

Ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya herêmê û xwendina encamnameya civîna Partiya Sûriya Pêşerojê ya 2024'an, partiyê semînerek bi navê "Rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li kantona Dêrazorê li dar xist.

Di semînerê de nûnerên meclisên xwecih, partiyên siyasî, saziyên sivîl, komîteyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di serî de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî rewşa siyasî ya Sûriyeyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmê û cîhanê şîrove kir. El Elî bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re û bandora hilbijartinên Amerîkayê.

El Elî diyar kir ku armanc ji nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

El Elî destnîşan kir ku pêwist e hikumeta Şamê li şûna nêzîkbûna ji dewleta Tirk a dagirker, berê xwe bide diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ya bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re. Ew jî ji ber ku ew diyalog rêya tekane ya çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye bê ku tu aliyên derve destwerdanê bikin.

Endamê Nivîsgeha Birêxistinkirinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Semhan got: "Di destpêka vê mehê de civîneke rêxistinî li dar ket û tê de encamnameyek hat diyarkirin em ê bi hevkariya şêniyên herêmê wê encamnameyê pêk bînin.

Beşdaran pêşniyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê roleke girîng a koordîneya bi hemû partî û hêzên siyasî yên Sûriye û derve re bilîze.

Her wiha wan bang li hikumeta Şamê kir ku bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên ku di bin siya Rêveberiya Xweser de bûne yek, diyalogê bike û çareseriyeke siyasî pêk bîne.

(mh)

ANHA