Li Bab û Ezazê ‘Desteya Bilind’ hate avakirin
Şêniyên Ezaz û Babê li hev kir ku li şûna "Îtîlafa Sûriyeyî", "Desteya Bilind" ava bikin.
Duh li ser malperên medyaya dijîtal daxuyaniyeke şêniyên bajarê Ezaz û Babê belav bû. Şêniyên her du bajaran li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker rabûne, di wê daxuyaniyê de "Îtîlafa Sûriyeyî" û wesayeta dewleta Tirk û dagirkeriya Tirk red dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêniyên her du bajaran li hev kiriye ku "desteyeke bilind di 3 mehan de ava bikin da ku şoreşê li xeta wê ya rast vegerînin û şoreş li qadên siyasî, sivîl û xizmetguzariyê rewa be".
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku "Îtîlafa Sûriyeyî" bi bin ketiye û ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê, bûye amûr.
Li gorî daxuyaniyê, "deste; hêzeke siyasî ye, peywendiyên wê bi navendên biryara navneteweyî re hene ji bo ku bê naskirin. Her wiha herêmên ji destê rejîma Sûriyeyê hatine rizgarkirin bi rê ve bibe û ew bi xwe meclisa bilind a dadgehê ye".
Li herêmên dagirkirî, mîna Idlib, Ezaz û Babê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane xwepêşandan li dar dikevin.
(şx)