Şopdarên Şehîd Xebat şoreş mezin kir, xayîn li ser a xwe man

Xiyaneta ku 12 sal beriya niha Fermandar Xebat Dêrik şehîd xist, nokeriya xwe bi rengên cuda berdewam kir. Lê şopdarên Şehîd Xebat bi avakirina pergala parastinê û sîstema azadiyê bersiva herî baş dan û didin.

Şopdarên Şehîd Xebat şoreş mezin kir, xayîn li ser a xwe man
14 ÇILE, 2024   04:34
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Damezrîner û Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik (Mehmûd Remedan Mihemed) 12 sal beriya niha, ango di 14’yê Çileya 2012’an li Qamişlo bi destê sîxurên neyarên gelê Kurd şehîd bû.

Di 12 salên piştî şehadeta Xebat Dêrik de, xeta xiyanetê û palpiştên wan dek û dolabên xwe bi rengên cuda domandin. Li beramberî wan şopdarên riya Şehîd Xebat jî dijî nokeriyê şerekî dijwar meşand û pergala ku li cîhanê bûye rojev ava kir.

50 SALÊN DAGIRTÎ

Fermandar Xebat Dêrik di sala 1962’an de li gundê Kasanê yê girêdayî bajarê Dêrikê çavê xwe li dinyayê vekirine, dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye.

Di sala 1980’î de ji neçarî leşkeriya rêjîma Sûriyeyê kiriye. Dema leşkerî dikir, di 1982`yan de Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir û şer derket. Di dema şer de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas dike.

Navbera salên 1983-1985’an de li Şamê xebatên Tevgera Azadiyê dimeşîne. Sala 1987’an li Akademiya Mahsûm Korkumaz perwerdeyê dibîne û bi awayekî hin aktîf tevlî xebatan dibe. Di navbera salên 1990-2000’an de li Bakûr û Başûrê Kurdistanê gerîlatî û fermandariyê dike, erkên girîng bicîh tîne.

AVAKIRINA HÎMÊ ŞOREŞA ROJAVA

Fermandar Xebat Dêrik ku nêzî 25 salan li çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê dike, dema ku li Rojhilata Navîn pêla “buhara gelan” destpê kir û li Rojavayê Kurdistanê jî deng veda, berê xwe dide Rojava. Li herêma Cizîrê ya Rojava tevî hevalên xwe xebatên perwerde û rêxistinkirina gel dimeşîne. Li aliyekê jî bingeha pergala parastina cewherî di avêje û gelek ciwanan perwerde dike.

Di axaftinek xwe de Xebat Dêrik dibêje, “Gelê Rojava bi Serok Apo re mezin bûye, bi Serok Apo re rabûye ser piyan” balê dikişîne ser girîngiya parastinê û têkoşîna dijî tecrîdê. Xebatên bi pêşengiya wî hatin destpêkirin, wê piştre veguherin hêza leşkerî ya bi navê YPG’ê.

DIJBERAN DÎSA SERÎ LI XIYANETÊ DAN

Dema ku buhara gelan li Rojava hêdî hêdî vediguherî şoreşê, xaniyên hêza xwe ji dagirkeran digirin, dîsa diketin nava liv û tevgerê.

Di 7’ê Çileya 2012’an ji alîyê endamên malbata Ebdullah Bedro ku alîgirê ENKS’ê ye, li Qamişlo êrîşî Fermandar Xebat Dêrik kirin dike û bi giranî birîndar dikin. Fermandar Xebat ji ber giraniya birîna xwe di 14’ê Çileyê (2012) de li nexweşaneyeke li Helebê şehîd bû.

ŞOREŞ Û XIYANETA DIJÎ WÊ

Li hemberî vê xiyanet û êrîşê şervanên Şehîd Xebat xeta parastinê xurt kirin û bingeha şoreşê ava kir. Roja 19’ê Tîrmeha 2012’an avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat ragihandin. Heman rojê li Kobanê çirûska şoreşê hat pêxistin û li tevahiya Rojava belav bû.

Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku 2011’an hatibû avakirin, bi rizgarkirina bajar û bajarokan re dest bi avakirina komîn û meclîsan dest bi avakirina sîstema xwerêvebirinê jî kir.

Hin partiyên ku desteka xwe ji PDK’ê digirin jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ava kirin.

Pêşengên şoreşê li hemberî êrîşên dagirkeran, çete û xayinên wan hewl dan ku yekrêziya Kurd ava bikin. Bi vê mebestê di navbera MGRK û ENKS’ê de hevdîtin hatin kirin û di encama hevdîtina de sala 2012’an de Desteya Bilind a Kurd hat avakirin.

ÊRÎŞA SERÊKANIYÊ

Lê di vê navberê de dagirker û xayinên wan jî vala nesekînin. Her çiqasî ENKS di nava Desteya Bilind de cih girtibe jî, gelek rêveber û komikên girêdayî wê xebatên dijber meşandin. Ji wê jî wêdetir bi dagirkeran re hevkarî kirin. Nexasim dema ku çeteyan bi desteka dewleta Tirk a dagirker roja 8’ê Mijdara 2012’an êrîşî Serêkaniyê kirin, koma nêzî ENKS’ê ya ku xwe wekî Tensiqîyat pênase dike li deriyê sînor ev çete bi ala Başûrê Kurdistanê pêşwazî kirin. Lê çeteyan ala wan ji dest derxist û pêpes kir. Her wiha hin rêveberên partiyên ENKS’ê komên çeteyan derbasî hin malên Kurdan kirin. Di êrîşên çeteyan û hevkariya xayinan de ji 8 hat 13’ê mijdarê 11 kesan koçber kir. Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl jî şehîd bû.

Di sala 2012 û 2013’an de jî di êrîşên çeteyan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Efrînê de çeteyên Partiya Azadî ya girêdayî ENKS’ê cîh girtin.

ÎLANKIRINA RÊVEBERIYA XWESER Û GOTINÊN BARZANÎ, VEKIŞÎNE ENKS’Ê

Hêzên şoreşê di sala 2013’an de li gel domandina rizgarkirina herêmên xwe, êdî rengê sîstema rêveberiyê jî diyar dikir. Di dawiya salê de cara yekem nîqaşên li ser Hevpeymana Civakî hatin meşandin û avakirina meclîsê hat rojevê. Lê hin partiyên ENKS’ê dijî derketin. Lewma hinek partiyan xwe ji ENKS’ê vekişandin û bertek nîşan dan. Li aliyê din komek endamên ENKS’ê bêyî agahî û erêkirina Desteya Bilind li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Dîsa ENKS sala 2013’an tevlî Opozîsyona Sûriyeyê ya li Katarê hatibû avakirin û Tirkiyeyê jî destek didayê, bû. Ji ber nêzîkahiyên ENKS’ê piştî demekê Desteya Bilind hilweşiya.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî sala 2013’an diçû Tirkiyeyê. Lê beriya ku biçe ji ragihandinê re axivî û dijberiya xwe ya dijî şoreşê vedigot, peyam dida Tirkiyeyê. Barzanî got: “PYD îdîa dike ku li Rojava şoreş pêk aniye. Li dijî kê şoreş pêk aniye? Ev tiştekî yek alî ye, dixwazin li cihên ku rejîmê teslîmî wan kirine serwer bibin. Em destek nadin.”

LÊVEGERA SIYASÎ Û DIJBERIYA ENKS’Ê

Tevî êrîş û dijberiyan jî hewldanên pêşengên şoreşê yên yekrêziyê dom kirin. Di encama van hewldanan de 2014’an li Dihokê civîna TEV-DEM û ENKS’ê hat çêkirin. Wekî encamek hevdîtinan Lêvegera Siyasî hat îlankirin. Lê dema ku heman salê Rêveberiya Xweser hat îlankirin, ENKS dijî derket û sîstema Hevserokatiyê û perwerdeya bi zimanê Kurdî red kir. Lewma Lêvegera Siyasî bi ser neket.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN, XENDEKÊN PDK’Ê Û ÇETEYÊN ROJ

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê û komên din ên çeteyan sala 2014’an ji Şengalê heta Kobanê êrîşên berfireh pêk di anîn, PDK’ê û hevkara wê ENKS’ê jî êrîş dikirin. PDK’ê sînorê Başûr-Rojava girt û xendek kolan. PDK’ê her wiha xwest komek çeteyan a bi navê “Pêşmergeyên Roj” ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, derbasî Rojava bike. Bi vê mebestê roja 3’yê Adara 2017’an çeteyên behsa mijarê êrîşî bajaroka Xanesorê ya Şengalê kirin û xwestin derbasî Rojava bibin. Di êrîşan de rojnamevan Nûjiyan Erhan û 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. 

SÎXUR

Di salên piştre jî gelek sîxur û çeteyên girêdayî PDK û ENKS’ê ji Dêrik heta Qamişlo hewl dan êrîşên bombeyî pêk bînin, fitneyê derxînin. Di 15`ê Hezîrana 2022`an de îtirafên 3 sîxurên MÎT-ENKS`ê yên bi navê Izedîn Ehmed Omer, Remadan El-Hisên û Mecîd Naîm El-Hesen ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin, hatin weşandin. Sîxur îtiraf kirin ka çawa li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna suîqast û komkujiyan kar kirine. Her wiha peywendiya navbera MÎT-ENKS’ê raxistin ber çavan.

HEVDÎTINA BARZANÎ-HERÎRÎ Û LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HEVKARIYA PDK Û ENKS’Ê

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2018’an êrîşî Efrînê kir, dîsa ENKS û PDK’ê hevkariya xwe domandin. Nexasim salên piştî dagirkirinê saziya bi navê Xêrxwaziya Barzanî û ENKS’ê li Efrînê navendên xwe vekirin. Di 2’yê Adara 2021`an de Serokê Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Nesir El-Herîrî li Hewlêrê bi endamên ENKS`ê û serokê PDK`ê Mesûd Barazanî re civiya. Li hemberî van hewldanan gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derketibû qadan û hêrsa xwe nîşan dabû.

TÊKOŞÎNA ŞEHÎD XEBAT Û ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ TÊ TACÎDARKIRIN

Dijî hemû êrîşên dagirkeriyê û xiyanetan jî, şopdarên rêya Şehîd Xebat Dêrik û bi hezaran şehîdên şoreşê di sala 12’emîn a şoreşê de sîstema Xweseriya Demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê belav dikin. Herî dawiyê bi erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû (Kanûna 2023) re têkoşîn gaveke hatiye pêşxistin.

HEVALÊ ŞEHÎD XEBAT: DESTÊ ENDAMÊN ENKS’Ê DI XWÎNA ŞOREŞGERAN DE HEYE

Yek ji welatparêzên ku Şehîd Xebat Dêrik ji nêz ve nas kiriye Hesen Tahir bi minasebeta salvegera şehadeta wî de, ji ANHA’yê re axivî. Hesen Tahir bi gotinên “Li Rojava xiyanet ji piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir” bal kişand ser xiyanetê û wiha dom kir: “Beriya şoreşê hin partiyên Kurdî ji berpirsiyariyên direviyan. Xuyaye ku gelek xayin hene. Hinek ji vana endamên ENKS`ê ne. Destê endamên ENKS`ê di xwîna şoreşgerên Kurdistanê de heye. Ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser çi ji destê ENKS`ê bê wê bike. Navê Rojavayê Kurdistanê kirine `Rojvala`. Dixwazin vê herêmê vala bikin. Divê gel rê nede xayinan ku gavên pêştir bavêjin.”