‘Şopa Orkîd’ ji bo 8’ê Adarê dîwaran dixemilîne

Bi boneya nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê koma bi navê ‘Şopa Orkîd’ li navçeya Tirbespiyê wêneyan li ser dîwaran xêz kirin.

‘Şopa Orkîd’ ji bo 8’ê Adarê dîwaran dixemilîne
‘Şopa Orkîd’ ji bo 8’ê Adarê dîwaran dixemilîne
‘Şopa Orkîd’ ji bo 8’ê Adarê dîwaran dixemilîne
17 sibat, 2024   14:06
QAMIŞLO

Koma Şopa Orkîd bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê wêneyên ku balê dikêşin ser rola jinan û berxwedana wan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li ser dîwaran xêz dike.

Wêne li kolanên sereke yên Tirbespiyê bi beşdariya gelek endamên komê têne xêzkirin. Şêwekaran bi rengan dirşûma “Jin Jiyan Azadî” xêz kir.

Koma Şopa Orkîd ku navenda wê li Qamişloyê ye, ji 12 şêwekar û hezkiriyên şêwekariyê pêk tê. Kom di 24’ê Hezîrana 2023’yan de hat avakirin. Şopa Orkîd bi derfetên xwe yên xweser dîwaran dixemilîne.

(ex)

ANHA