Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin

Li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê komîteyên dilxwaz hatin avakirin ji bo ku îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kom bikin.

Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
Ji bo komkirina îmzeyan komîte hatin avakirin
17 sibat, 2024   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Sazî û partiyan li navçeya Şedadê bi daxuyaniyekê ragihand ku dest bi xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeyê û derdorê kirine.

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dixîm daxuyanî li pêşiya Meclisa Navçeya Şedadê xwend. Endamên saziyên navçeyê di xwendina daxuyaniyê de hazir bûn.

Di daxuyaniyê de hate got: "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan me li navçeya Şedadê dest bi komkirina îmzeyan kir. Ji bo wê jî me komîte ava kir. Komîte wê serî li her kesî bide û îmzeyan kom bike. Armanca me milyonek îmze li navçeyê û derdora wê bi rêya komîteyên dixwaziyê kom bikin.

Komîte ji endamên saziyan û partiyan in û piştî komkirina îmzeyan dê encamên wê ji rêxistinên mirovî re pêşkêş bikin. Komîte dê sibe dest bi kar û xebatên komkirina îmzeyan bikin."

 (şx)

ANHA