Somalê peymanên bi Îmaratê re betal kirin

Hikumeta Somalê ragihand ku bi armanca parastina serweriya welat, wê hemû peymanên bi Îmaratê re hatine îmzekirin betlan kirin.

Somalê peymanên bi Îmaratê re betal kirin
12 ÇILE, 2026   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Somalê hemû peymanên bi Îmaratê re  îmze kiribûn, di nav de hevkariyên herêmî, hevkariya li benderên Berbera, Bosaso û Kismayo, peymanên ewlehî û parastinê yên dualî, betal kirin.

Hikumetê diyar kir ku ev gav bi armanc parastina serweriya welet, yekitiya neteweyî û serxwebûna siyasî ye, di heman demê de pabendbûna bi hevkariya navneteweyî ya li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û naskirina serweriya Somalê ji hêla civaka navneteweyî ve ye.

Hêjayî gotinê ye ku Somal û Îmarat di 4’ê Çileya 2023’an de li Ebû Dabî peymana hevkariya leşkerî îmze kirivû. Wê demê ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Somalê Ebdulqadir Mihemed Nûr û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Parastinê Mihemed bin Ehmed El Bowaridî ve hatibû îmzekirin, dûre di 6’ê Sibata 2023’an de ji aliyê Kabîneya Somalî ve bi fermî hat qebûlkirin.

(ac/fr)

ANHA