Rizgarbûyiyekê hovîtiya çeteyan vegot

Rîma Ereb a ji êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rizgar bûye, hûrgiliyên dorpêçê û êrişên li ser sivîlan vegotin. Rîmayê diyar kir ku av û ceyran li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir qut kirin û nexweşxane bi dijwarî hat topbarankirin. Her wiha anî ziman ku şênî bê xwarin û av man û neçar man ku lêvên xwe bi dilopeke avê şil bikin.

Rizgarbûyiyekê hovîtiya çeteyan vegot
Rizgarbûyiyekê hovîtiya çeteyan vegot
Rizgarbûyiyekê hovîtiya çeteyan vegot
Rizgarbûyiyekê hovîtiya çeteyan vegot
13 ÇILE, 2026   02:35
TEBQA

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên perwerdekirin, di 5’ê Çileyê de êrişên dijwar birin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên dorpêçkirî yên Helebê. Di êrişan de hemû çekên giran li dijî sivîlan û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bi kar anîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina taxê li ber xwe da ta ku birîndar û nexweşên li nexweşxaneyê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve hatin derxistin. 

Rîma Ereb ji niştecihên taxa Eşrefiyê ye û koçî Tebqayê bûye, behsa hovîtiya çeteyan kir.

Rîma Ereb diyar kir ku ji ber topbarana dijwar ew û malbata xwe bi erebeya cîranekî xwe ber bi Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ve bi rê ketin.

Rîmayê bi bîr xist ku 2 top li dora nexweşxaneyê ketin, di encamê de hin sivîl şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Rîmayê diyar kir ku di êrişên de keça wê û cîranê wî birîndar bûne, 2 zarokên cîranê wê, xwişka wî û apê wî şehîd bûn. Rîmayê anî ziman ku xesûya cîranê wê jî bi giranî birîndar bû, metirsî hebûn ku jiyana xwe ji dest bide.

Rîma Ereb da zanîn ku çeteyan bi zanebûn sivîl dikirin armanc û got ji ber êrişên li ser Eşrefiyê şênî neçar man berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûdê. Her wiha anî ziman ku guleyên çekên çeteyan di dîwaran re derbasî hundirê malan dibûn.

Li gorî Rîmayê, dema birîndar veguhastin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir jî êriş li ser nexweşxaneyê nesekinîn û xelkê li kolana li dora nexweşxaneyê di nava rewşeke bitirs de bû.

Rîma Ereb diyar kir ku çeteyan hemû cûreyên çekan ji obîs û dronan li dijî sivîlan, zarok û kesên bi temen bi kar anîn û got, cenazeyên zarokan li kolanan bûn.

Rîma Ereb destnîşan kir ku keça wê Fereh El Mihemd (18) astengdar e, guh û zimanê wê giran in û nexweşiyên gurçikê pê re hene. Rîmayê da zanîn ku ji ber dorpêç û êrişan rewşa tenduristiyê ya keça wê xirabtir bû.

Rîmayê di dewama axaftina xwe de got: "Tevî êrişên domdar, av û ceyran li ser nexweşxaneyê qut bûn. Rewşa gihişt wê astê ku xelk bi dilopek av lêvên xwe şil bikin da ku sax bimînin. Zêdetirî rojekê rewş bi vî rengî dewam kir."

Rîma Ereb da zanîn ku dema şênî ber bi kantona Tebqayê ve derketin çeteyan astengî derxistin û gef li wan xwarin û got: "Komên çete li her du aliyên rê bi rêzê sekinîbûn, dîmen û wêneyên me dikişandin û gotinên xirab dikirin."

Rîma Ereb diyar kir ku hedefkirina sivîlên li nexweşxaneyan, qutkirina av û ceyranê, êrişên bi tank û dronan sûcên xeternak in û got li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî û sûcên qirkirinê hatin kirin û hin malbat bi temamî hatin qetilkirin.

(b)

ANHA