SOHR: Di hefteyekê de 9 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR‘ê di hefteyekê de di encama pevçûnên eşîran û malbatan de yek jê zarok, 9 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

SOHR: Di hefteyekê de 9 kes hatin kuştin
8 tebax, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka meha Tebaxê ve (2026) ve li 5 parêzgehên Sûriyeyê di encama şerên malbatî û eşîrî de yek jê zarok, 9 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûne.

SOHR‘ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

Li gundewarên Şamê pevçûnek: 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li Reqayê pevçûnek: Zarokek û 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Dêrazorê pevçûnek: Kesek hat kuştin.

Li Siwêdayê pevçûnek: 1 kuştî, 1 birîndar.

Li Helebê pevçûnek: 1 kuştî, 1 birîndar.

(bb)