Rojnamevan Denîz Firat li ser gora xwe hate bi bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat a ku di êrîia DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê de şehîd bû, di salvegera 12’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bi bîranîn.

Rojnamevan Denîz Firat li ser gora xwe hate bi bîranîn
8 tebax, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiyên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Denîz Firat ku di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Wargeha Mexmûrê de şehîd bû, li ser gora wê ya li gundê Xecê Xatûn ya navçeya Ebex a Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Malbat, endamên MKG û DFG’ê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî bernameyê bûn.

Di bernameyê de endama Nûnertiya MKG'ê ya Wanê Ceylan Şahînlî axivî û wiha got: “Denîz Firat jî mîna pêşiyên xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad domand. Wê li pişt xwe rastiyek hişt ku li dijî DAIŞ a ku ji bo hemû cîhanê gefeke mezin bû, bi kameraya xwe şer dikir. Wê jî weke têkoşerên ku di rêya heqîqetê de bedel dan, giyanê xwe da.

Piştre birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat û wiha axivî: “Denîz ne tenê şehîda me ye, şehîda partiya xwe û gelê xwe ye. Wê ne ji bo xwe û malbata xwe, ji bo hemû gelê Kurdistanê bi kameraya xwe şer kir.

Di dawiyê de Hevserokê Navçeya Ebexê yê DEM Partiyê Abbas Aksak mafê axaftinê wergirt û ev tişt anî ziman: “Dema bi destê DAÎŞ’ê êrîş li ser Kurdan hate kirin, Denîz jî bi kamera û pênûsa xwe xebitî ku van êrîşan nîşanî hemû cîhanê bide. Heta 8’ê Tebaxê ku gihîşt şehadetê, têkoşîna xwe domand. Ew şehîda Kurdistanê û ya Çapemeniya Azad e.”

Bernameya bîranînê bi danîna kulîlkan a li ser gora wê bi dawî bû.