Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike

Ji ber kombûna çopê li hin kolan û rêyan ên Hesekê, metirsiyên têkildarî rewşa tenduristî û jîngehê zêde dibin. Kêmbûna alav, karmendên paqijiyê û qutbûna sotemeniyê xebatên şaredariyan kêm kirine.

Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
Li kolanên Hesekê kombûna çopê metirsiyan çêdike
8 tebax, 2026   15:07
HESEKÊ

Li hejmarek kolanên bajarê Hesekê çop kom bûye, xebatên rakirina çopê bi awayekî netemamkirî pêk tên, bi bilindbûna rêjeya germahiyê re jî, metirsiyên xerabbûna rewşa tenduristî û jîngehê hene.

Nûçegihanên me kombûna tûrikên çopê û bermahiyan, li hejmarek kolan û nîvê rêyan şopandin.

Welatiyê bi navê Seadedîn Şêx Elî diyar kir ku kombûna çopê û belavbûna wê bi miqdarên mezin li taxên cuda ên bajar, dihêle ku pirsgirêkên tenduristî û jîngehî derkevin. Ev yek ji ber nebûna xebateke têrker a alav û karmendên paqijiyê yên şaredariyê derdikeve holê. Şêx Elî ji şaredariyê xwest bi awayeke bilez vê pirsgirêkê çareser bike.

Çavdêrê karmendên paqijiyê yê Şaredariya Gel a Hesekê Ehmed El Zahir jî diyar kir ku di vê dema dawî de ji ber kêmbûna karmendên paqijiyê û alavên mezin ên paqijiyê çop kom bûye, her wiha ji ber qutbûna para sotemeniyê ya alavên paqijiyê hişt ku beşeke karên şaredariyan bên rawestandin.

El Zahir destnîşan kir ku beriya niha karmendên şaredariyê dikarîbû derdora ji seadî 75’ê pirsgirêka belavbûna çopê ya hundirê bajêr çareser bikin, lê derketina pirsgirêka sotemeniyê rêjeya xebatê kêm kir. Dabînkirina mazotê ji bo alavên şaredariyê dê bihêle ji sedî 50 ev pirsgirêk bê çareserkirin.

(sb)

ANHA