SOHR: Di erişên hêzên Şamê li dijî Idlibê de welatiyek hate kuştin

Hêzên hikumeta Şamê êrişî gundewarên bakur-rojavayê Idlibê ya Sûriyeyê kir, di encamê de welatiyek hate kuştin û 15 jî birîndar bûn.

SOHR: Di erişên hêzên Şamê li dijî Idlibê de welatiyek hate kuştin
30 kanûn, 2023   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî tax û sûka bajarê Idlibê kir, di encamê de welatiyek hate kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê bi awayekî dijwar bajarê Etarib ê rojavayê Helebê topbaran kir, di encamê de zarokek bi giranî birîndar bûn.

(fr)