ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2023
31 kanûn, 2023   02:00

Raporan êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên ‎Rûsyayê li bakur-rojavayê Sûriyeyê ve girê da, her wiha di rojnameyên erebî yên hefteya ‎borî de behsa metirsiyên bandora aloziya Îsraîl-Îranê li ser Sûriyeyê, Iraq û herêmê bike ‎û nîşaneyên planeke herêma tampn li Xezayê, kir. ‎

Ciwanên beşdarî meşa li Şehbayê bûn, diyar kir ku dê sala 2024'an bibe sala azadiya fizîkî ya ‎Rêber Abdullah Ocalan û bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re dê pirsgirêkên cîhanê bên ‎çareserkirin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şahid, hiqûqnas û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hovîtiya sûcên dewleta Tirk û ‎çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî vegot û ew sûc bi "sûcên şer " wesifandin. Gelek daneyên ‎rêxistinên belgekirina sûc û binpêkirinan jî van şahidiyan piştrast dikin. ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Minbicê destnîşan kirin ku dewleta Tirk di radeya yekemîn de ‎debara welatiyan dike hedef. Rûspiyan gotin ew amade ne li hemberî dagirkeran şer bikin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Mitranê Cizîr û Firatê yê Suryan û Ertodoksan êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur ‎û Rojhilatê Sûriyeyê bi binpêkirina tevahî mîsaq, pîvanên olî û mirovî û pîvanên mafên mirovan ‎bi nav kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker di derbekirina gelê me de dewam dike."‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Xelkê kantona Firatê sersaxiyê dide malbata şehîd Şahîn Elî ku yek ji karkerên di 28′ê Kanûnê de li Şengalê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn de. Konê merasîmê li taxa Botan Xerbî ya li Kobanê hatiye vedan, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şehîd Ciwan Elî ku di encama êrişa li dijî Çapxaneya Sîmav a li Qamişloyê de birîndar bûbû, oxir dike. Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê oxirkirin, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Meclisa Navçeya Tirbespiyê li pêş Şaredariya Gel a Navçeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li dar dixe, saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Însiyatîfa Gel a Çilaxa konê çalakiyê ji bo parastina avahiyên xizmetguzariyê ji binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş saziya kehrebê ya navçeyê vedide, saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Rêxistinên civaka sivîl li taxa Til Hecer a hesekê daxuyaniyekê didin, di wê daxuyanî de gelek sazî û rêxistin, saziyên çapemeniyê peyam îmze kirine ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar dikin, saet 12:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

ANHA