SOHR: Di êrişên hefteyekê de 20 kes mirin

Li gorî SOHR, di êrişên hefteyekê yên çeteyên DAIŞ’ê yên li Çolistana Sûriyeyê de 15 leşkerên Şamê û 5 sivîl hatin kuştin.

SOHR: Di êrişên hefteyekê de 20 kes mirin
1 îlon, 2024   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di hefteya borî de 6 êriş li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê yên li Çolistana Sûriyeyê de pêk anî. SOHR diyar kir ku di encama van êrişan de 15 leşkerên  hêzên hikumeta Şamê û 5 sivîl hatin kuştin.

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) tîrmeha îsal diyar kiribû ku ji çileya îsal heta Hezîranê  ve çeteyên DAIŞ 153 êrişên li Sûriye û Iraqê girtin ser xwe. CENTCOM destnîşan kiribû ku  êrişên îsalê yên DAIŞ’ê du caran ji êrişên par zêdetir in.

(bb)