Çiyayê Bagokê bi balafirên şer hate bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê weke 'herêma ewlekariya taybet' ragihand, bi balafirên şer bombe li qadê barand.

Çiyayê Bagokê bi balafirên şer hate bombekirin
1 îlon, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, ajansa ANF’ê  hêzên dagirker di 31'ê Tebaxê de li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kirin û operasyon hîn jî dewam dike.

Piştî ku walîtiya dewleta Tirk 8 gund û qadên wan ên bejahî ji bo 15 rojan weke 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê zêde bû.

Qada Xirbê Xelo yê li bejahiya Çiyayê Bagokê saet di 05:30'î de bi balafirên şer hate bombekirin.

Piştî bombardûmanê qad ji aliyê 3 helîkopteran ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji herêmê dengê çekan bilind dibe û operasyona leşkerî dewam dike.