6’ê Îlonê Festîvala Şehîd Berçem e
Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem a Çand û Hunera Jinan wê 6’ê Îlonê li bajarê Kobanê dest pê bike.
Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem a Çand û Hunera Jinan wê 6’ê Îlonê li bajarê Kobanê dest pê bike û 9’ê Îlonê bi dawî bibe. Festîvala ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi dirûşma " Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe" li bajarê Kobanê were lidarxistin.
Komên çend û hunerê yên jinan ên ji bajarên Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Heleb, Reqa, Tebqa, Dêrik, Amûdê û Minbic û deverên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi hunerên xwe beşdar bibin. Hunermendên ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xulamî û hunermenda ji Tûnisê Amal El Meslûnî jî di nav de hejmarek hunermendên ji derveyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê beşdarî festîvalê bibin.
Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Şehîd Berçem û Berdevak Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku festîvala îsal wê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de were lidarxistin. Mizgîn destnîşan kir ku dê derdora 5 hezar belavokên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan werin belavkirin.
Bernameya 4 rojan a Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem wiha ye:
Roja yekemîn 6’ê Îlona 2024:
Saet 10.00’an wê meşek were lidarxistin.
Saet 11.00’an dê pêşangeheke şêwekariyê wê were vekirin û sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Berçem li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido were pêşandan.
Saet 13.00’an wê li Navenda Baqî Xido şano ji aliyê Koma Şehîd Darsîn, Koma Ararat û Koma Şehîd Sakîne werin pêşkêşkirin.
Şevbuhrêkên mûzîk û govendan:
Saet: 18.00
Cih: Qada Şehîd Egîd
Wê sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan were pêşandan.
Roja duyemîn:
Dem: Saet 13.00’an
Cih: Navenda Baqî Xido
Belgefîlmê: Hêza
Şevbuhrêka mûzîk û govendê:
Dem: 18.30
Cih: Qada Şehîd Egîd
Koma Şehîd Sakîne, Koma Girestêrk, Koma Şehîd Esmer, Koma Şehîd Viyan Soran û hunermend Yasmîn Esker û Sumeya Mihemed dakevin ser dikê.
Roja Sêyemîn:
Dem: 13.00
Cih: Navenda Baqî Xido
Komên govendan yên Şehîd Ronahî, Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Sînan, Şehîd Hevrîn, Şehîd Şîlan, Artsax û Koma Leyalî El 20 hunerên xwe pêşkêş bikin.
Şevbuhrêka mûzîk û govendê:
Dem: 18.30
Cih: Qada Şehîd Egîd
Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xulamî, Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî stranan pêşkêş bikin.
Koma Şehîd Hêlîn Cûdî, Koma Şehîd Delîla û Koma Şehîd Hêzîl û Koma Dayikan jî hunerên xwe nîşan bidin.
Roja çaran:
Dem: 13.00
Cih: Navenda Baqî Xido
Helbestvan Xalîde Hisên û Meryem Temir wê helbestan bixwînin.
Wê semînerek bi sernavê "Çand û hunera jinan, wêjeya jin û rola Rêber Abdullah Ocalan" ji aliyê Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hûşê ve were dayîn.
Şevbuhrêka mûzîk û govendê:
Dem: 18.00’an.
Cih: Qada Şehîd Egîd
Hunermenda ji Tûnisê Emel Mesêûsî, hunermend Munetullah Xemîs û Nesrîn Botan stranan bêjin. Ji aliyê Koma Şehîd Barîn, Koma Şehîd Heyva, Koma Şehîd Alanya, Komîa Şehîd Delîla û Koma Şehîd Nalîn ve govend werin pêşkêşkirin.
Festîvala yekemîn sala 2020’an li bajarê Helebê hatibû lidarxistin.
Şehîd Berçem
Berçem Efrîn sala 1974’an de li gundê Kawenda yê bajarê Raco yê Efrînê ji dayik bû. Malbata şehîd Berçem bi mebesta kar berî da bajarê Helebê. Li Helebê jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Şehîd Berçem ku di nava malbateke welatparêz de mezin bû ji stranan hez dikir û di 1988’an de tev li Koma Agirî ya Stranan dibe. Di nava komê de kesayeta xwe di aliyê fikirî, siyasî û çandî de pêş dixe û xwe di bîrdoziya Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kûr dike. Berçem di sala 1992`an de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Ji stranên wê yên ku deng vedaye "Bêrîtana min" e.
(bb)
ANHA