Tovên azadîiyê û şoreşa jinan - Bihar Ewrîn

Tovên azadîiyê û şoreşa jinan - Bihar Ewrîn
24 ÇILE 2024   04:35

Dîroka şaristaniyê li ser esasê şikestin û binxistina jinan ava bûye. Tu nasname bi qasî jinan ji çanda bi serweriya mêran bi bandor nebûne û em vê rastiyê ji şahidên dîrokî heya roja îro dibînin. Vê çandê xwe di hemû şaneyên civakê de bi sazûman kiriye û her roj bi rêbazên cuda xwe ji nû ve ava dike. Wekî tê zanîn jin di dirêjahiya dîrokê de her tim bi rola rênima û çavkaniya çanda madî û manevî rabûne û nûnerên pêşketina civakê bûne, bi qasî mêran tesîra xwe daniye. Her wiha jinan di parastina hafizeya civakî û veguhastina wê ji bo neslên paş de jî rola xwe girîng bûye anku rabirdû û pêşerojê bi hev ve girê didin. Em bermahiya çanda dayikê dikarin îro li her derê bibînin. Ji dîroka devkî, destanên evînê, deqên li ser dest û rûyên jinan û di mîtolojiya her gelî de. Wê demê ronîkirina dîroka jinan dikare roleke diyarker di azadiya jinan de bilîze. Ji ber ku dîrok her tim ji milekî û ji aliyê mêran ve hatiye şîrovekirin û nivîsandin û bê guman hatiye berovajîkirin.

Serdema modernîteya kapîtalîst û netewedewletê serdema ku herî zêde qirkirina jinan wek îdeolojî û hişmendiyekê tê ferzkirin û wek rastî tê nîşandan û bi qasî ku di tu merheleya dîrokê de nehatiye dîtin, jin ji aliyên ruh, beden, hest û îrade ve tên şikandin û binxistin. Lê ferqa vê merheleya heyî bi pêvajoyên berê ev e ku êdî jin di vê merheleya şikesta sêyemîn de ku Rêber Apo bi nav kiriye, naxwazin li hemberî zordestî û yekdestdariyê serî bitewînin û her roj em şahidên têkoşîn û berxwedana wan in. Helbet bilindbûna rêjeye kuştina jinan tê wê wateyê ku pergala serdest kesayeta jina azad ji bo sîstema xwe xeternak dibîne û ji aliyekî din ve xuya dibe ku êdî jin dixwazin der heqê beden, jiyan û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Ji ber wê Rêber Apo sedsala 21’an wek sedsala “şoreşa jinan” pênase dike. Li kêleka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku her roj berbelav û kûrtir dibe, encax bi şoreşeke civakî û zîhniyetî bi pêşengiya jinan em bikarin ji vê kaosê derkevin. Nexwe sîstem û saziyên wê bi avayên cuda xwe nû dikin û dixwazin endazyariya civakî pêk bînin û civakê li gorî norm û qanûnên xwe bisêwirînin.

Tevgera azadiya Kurdistanê yek ji radîkaltirîn û zindîtirîn tevgerên azadiyê di herêma kaotîk a Rojhilata Navîn de bi roleke pêşeng ji bo azadiya gelan û û taybet jinan radibe û bûye hêvî û ronahiyek di nava tarîtiya serdema zilmê de. Yek ji karakterên esas ê tevgera azadiya hebûna jinan wek hêmana sereke di têkoşîn û şoreşê de ye. Tevgera azadiya jinên Kurd bi danehev û ezmûnên nêzî nîv sedsalî niha ji bo hemû jinên bindest çavkaniya berxwedanê ne. Bi taybet piştî şoreşa Rojava rola jinan di avakirina civakê û bi taybet cihgirtina di nava hemû qadên civakê de bû mînakeke cîhanî. Ev potansiyel û pratîka heyî careke din ev rastî raxist ber çavan ku avakirina civakeke demokratîk ne wekî xeyaleke otopîk e û belkî dikare pêk bê.

Rola diyarker a jinan di hemû xebatên demokratîkkirina civakê de bû sedem ku dijmin di her alî de êrişên kujer li ser jinên pêşeng ên Kurd bi pêş bixe. Jixwe şerê ku niha li herêmê bi pêş dikeve, şerekî paradîgmayî û îdeolojîk e. Qirkirina jinan, talankirina xweza û desthilatdarî her yek li ser esasê hişmendiya mêrên serwer tê meşandin. Di salên dawîn de bi pêşketinên şoreşa jinan li Kurdistan û Rojhilata Navîn û her wiha dinyayê siyaseta qirkirina jinan jî zêdetir bûye. Helbet ev qirkirin tenê bi kuştina jinan pêk nayê. Girtin, îşkence û astengiyên ku dewlet li pêşberî jinan ava dikin jî di kategoriya qirkirina jinan de ye. Qetlîama 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di sala 2013’an bû destpêkeke din ji bo terora li dijî jinên pêşeng ên Kurd li Kurdistan û derveyî Kurdistanê.

Di deh salên dawîn de bi dehan jinên Kurd li her çar beşên Kurdistanê ji aliyê dewleta faşîst a Tirk û hevkariya dezegehên îstîxbaratê yên Başûrê Kurdistanê hatine hedefgirtin. Piştî Nagîhan Akarsel ku di sala 2022’yan de li Silêmaniyê bi 11 guleyan hate qetilkirin, vê carê li Kerkûkê jina siyasetmedar û şoreşger a kurd Zelal Zagros (Feryal Xalid) ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Diyar e ku dijminahiya dîrokî ya sîstema mêrsalar hîna jî bi awayên cuda berdewam dike. Jixwe kuştina jinên şoreşger nîşana tirsa dijmin ji pêşketina şoreşa jinan e. Ji ber ku dizanin ancax jin dikarin pergala serdestiyê û dîwarên despotîzmê birûxînin. Bi taybet piştî tevgera “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û berxwedan û serîrakirina jinan û têkoşîna wan a biheybet, careke din di nava dilê desthilatdariyê de tirs ava kir û hêz û baweriya jinan dîtin ku çawa bê tu derfetî dikarin şoreşek çêkin. Ev berxwedana jinan li hemû deverên herêmê bi taybet piştî sala 2011’an mizgîniya guhertineke radîkal e. Jixwe ev kaosa heyî nîşan dide ku herêma Rojhilata Navîn ji bo guhertin û şoreşa jinan avis e û pêşketinên heyî nîşan dide ku tenê du rê li hemberî me hene; yan berxwedan û têkoşîn û yan serîtewandin û zilm. Helwesta gelê herêmê û bi taybet jinan, nîşan dide ku li ser vebijêrka yekem bi israr in. Êdî jin bi xwe bawer in û dixwazin ew herikîna dîrokê ku her tim hişmendiya mêran lê serwer e, biguherînin û vegerînin civakeke exlaqî û siyasî ku jin û mêr mil bi mil û li kêleka hev kar bikin û bijîn. Jiyana ku tê de hevsengî heye û bê guman ev civak bi paradîgmaya azadiya jinan xwe li ser lingan dihêle.

Di gotinên pêşiyan de her tim ders û sirên hêja hene ku ji bo her serdemê derbasdar in. Çawa ku dibêjin “Her giyayek li ser koka xwe şîn dibe” dibe rênîşanderê me ji bo sedsala 21’an. Yanî em wek jin me çi li ku derê winda kiriye divê em li wir lê bigerin û bi dest bixin û niha û di van kêliyên dîrokî de ev derfet ava bûye ku careke din rastiya jinan derxin ser dika dîrokê û ev rastî di kûrahiya dîrokî û çandî ya Mezopotamyayê de veşartî ye. Îro ev çand û ruhê berxwedan û azadiyê bi şiklekî hemdem zîl dide û dijmin çi qas jî hewl bide jinên têkoşer tune bike, nikare koka wê berxwedanê tune bike. Tovên vê berxewdanê salane ku li her derê hatine reşandin û ne tenê tune nabe, belkî her roj xwe nû dike û zîl dide û bi gewde dibe. Ew dara ku her roj mezin dibe, ji bo berdewamiyê pêwîstî bi baldarî, hewldanên daîmî û têkoşînê heye û divê em her tim vê rastiyê di bîra xwe de bihêlin.