Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn

Ji ber şewata li derdora gundên Delîk, Melik û Qeyrewanê yên Dirbêsiyê zirarên mezin bi eraziyên çandiniyê bûn. Tê texmînkirin ku zêdetirî 200 donim erd şewitîn.

Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn
18 hezîran, 2026   21:56
HESEKÊ

Ji ber şewata li gundên Delîk, Melik û Qeyrewanê yên Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

Nûçegihana me bi bîr xist ku piranî erdên şewitîne genim lê hatibûn çandin, rûberekî kêm berhema ceh hat şewitandin.

Ji ber şewatê zirarên mezin bi cotkarên herêmê bûn.

(fr)

ANHA