Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya pirzimanî û astengiyên li pêş wê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya pirzimanî heye ku mafê her pêkhateyekê ye bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, lê hê jî hikumeta Şamê li hember vê yekê astengiyan derdixe û qebûl nake.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya pirzimanî û astengiyên li pêş wê
22 sibat 2024   04:36
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Yek ji gavên girîng ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avêtin û niha encamên wê di nava civakê de derdikevin, pergala perwerdeyê ye ku xwendina bi zimanê dayikê esas digire. 

Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê qedexekirina perwerde û fêrkirina bi zimanê dayikê, axaftin û dan û standina ji derveyî zimanê erebî jî ji milê rejîma Baasê ve dihate qedexekirin.

Lê piştî sala 2012’an sîstema perwerdeyê li gorî xweseriya civakan hate amadekirin.

Di madeya 6`an a Hevpeymana Civakî ya nû de tê gotin “Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ziman hemû di hemû warên jiyana civakî, zanistî û çandî de wekhev in. Heqê her gel an komeke çandî ye ku zimanê xwe yê zikmakî di jiyana xwe de bi rêxistin bike û pê kar û barên xwe bi rê ve bibe.”

Di xala 8`an a madeya 87`an a Hevpeymana Civakî de jî tê gotin “Li kantonekê tevahî pêkhateyên etnîk û olî kar û barên xwe yên siyasî, civakî û çandî bi ziman û çanda xwe bi rêxistin dikin û bi rê ve dibin.”

RÊZIKNAMEYA PERGALA PERWERDEYÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêziknameya xwe de diyar dike “Pergala perwerdeya pirzimanî û pirçandî ji xwe re wekî pîvana sereke bingeh digire.”

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024`an 857 hezar û 474 e.

ASTENGIYÊN LI HEMBERÎ PERGALÊ

Li herêmê di nava Rêveberiya Xweser de 3 zimanên sereke (kurdî, erebî û suryanî) hene. Saziya Materyalan ji bo qonaxên seretayî, navîn û amadehî materyal hazir kirine.

Li kêleka pêkhateya Kurd, pêkhateya Suryan jî li Sûriyeyê bi zimanê dayikê perwerdeyê nabînr, heta niha jî pêkhateya Suryan nikare materyalên ku ji bo xwendekarên xwe amade kirine, derbasî dibistanan bike.

Li gorî daneyên Saziya Olef Taw a zimanê suryanî, li kantona Cizîrê 10 baxçeyên zarokan, dibistan (seretayî, navîn, amadehî) hene, lê heta niha tenê pirtûka Zimanê Suryanî heta refa 6`an derbasî dibistanan hatiye kirin. Rayedarên dibistanan nahêlin materyalên bi zimanê suryanî bikevin dibistanan. Ew dibistan di bin kontrola dêran û hikumeta Şamê de ne.

Saziya Olef Taw bi salan e hewl dide materyalên bi zimanê dayikê (suryanî) bigihîne xwendekarên xwe.

MAMOSTE AMADE NE

Mamosteyên zimanê suryanî perwerdeyê li ser materyalan dibînin, ji bo şêniyên Suryan jî li herêmê jî perwerdeyên fêrbûna zimanê suryanî didin.

Olef Taw ferhengên suryanî yên ku bi salan nehatine sererastkirin jî nû dike.

ANHA