‘Pirtûkên Rêber Apo ji me re dibin hêz û hiş’

Koma xwendinê ya ku ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatiye birêxistinkirin, vê hefteyê beşa 7’emîn a “Pirsgirêka Desthilatdariyê û Dewletê” ya pirtûka Sosyolojiya Azadiyê xwend û nîqaş kir.

29 tîrmeh 2024   12:30
QAMIŞLO

Koma xwendinê ya ku ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatiye birêxistinkirin, li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, vê hefteyê di beşa 7’emîn de mijara “Pirsgirêka Desthilatdariyê û Dewletê” a pirtûka Sosyolojiya Azadiyê xwend û li ser wê nîqaş kirin. 

Têkildarî koma xwendinê endamê ofîsa PYD’ê ya taxa Hilîliyê Mihemed Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Mihemed Îbrahîm 5 meh e cihê xwe di nava komê de digire û diyar kir ku hefteyê carekê roja yekşemê li hev kom dibin û pareznameyan dixwînin.

Mihemed Îbrahîm got: “Em dibînin di civakê de hîna pirsgirêkên desthilatdariyê hene, lewma ji ber hîna me hişmendiyekî azadî û wekheviyê di xwe de ne çandiye da ku em bikaribin vê ya di nav civakê de biçînin. Divê em pergaka civaka demokratîk a ku Rêber Apo pêş dibîne destpêkê bi xwe pêk bînin da ku em ji civakê re bibin mînak. Ji bo vê jî pirtûkên Rêber Apo ji me re dibin hêz, dibin pişt û dibin hêz, an go em dikarin civaka xwe bi vî fikrî bighîjînin rizgariyê.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Saîde Hesen jî 3 meh e cihê xwe di koma xwendinê de digire û diyar kir ku ew ji bo ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan baş fêm bike, beşdarî komê bûye.

Saîde Hesen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi xwendina paraznameyan re ew ji dîrokê heya roja îro der barê azadî û têkoşîna jinan de bûye xwedî agahî û diyar kir ku di hemû merhaleyên pergala sîstema şaristaniya navendî de hebûna jinan hatiye binpêkirin.

Saîde Hesen anî ser ziman ku îro bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinan gav avêtine û di sîstena Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de êdî jin cihê xwe di hemû qadên jiyanê de digirin.

(bm)

ANHA