Hevserokê Rêveberiya Cizîrê: li hemberî qirkirinê me ev gav avêt

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku wan ji bo rêgirtina li ber siyasetên qirkirinê û dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tevlî seferberiyê bûn ji bo beştarê QSD`ê bibin.

 Hevserokê Rêveberiya Cizîrê: li hemberî qirkirinê me ev gav avêt
11 sibat, 2025   04:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî di 5`ê Sibatê (2025) de ji bo tevlîbûna seferberiyê ya ku di 2`ê Kanûna 2024`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû ragihandin. Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê Hesen Şero ji ANHA`yê re axivî.

Hesen Şero berxwedanan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û tevlîbûna gel ji berxwedanan Bendava Tişrînê re silav kir û da zanîn ku wan ji ber rewşa dîrokî û ya di heman demê de ya hesas a ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, pêwîstî dît ku tevlî nava refên QSD`ê bibin û wiha anî ziman: “Herêm ji gelek qadan ve bi hacetî parastinê ye, me jî ji bo rêgirtina ber dagirkirin û qirkirinê me ev gav avêtiye.”

Hesen Şero diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrişan xaka wan dagir bike, îradeya gelan, hevgirtina pêkhateyan û projeya wan a netewa demokratîk têk bibe û wiha dom kir: “Gelan kedek pir mezin di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de daye, ji her demê zêdetir niha nêzî bidestxistina azadiyê ye. Pêwîste gel bi giştî, saziyên li herêmê xwe li hember vê rewşa awarte xwe berpirsyar bibîne.”

Hesen Şero anî ziman ku hemû endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna seferberiyê amade ne.

ANHA