Çapemeniya cîhanê: Divê mafên Kurdan bikeve destûrê

Çapemeniya cîhanê bal kişand li ser peymana QSD û hikumeta demkî ya bandora Tirkiyeyê û diyar kir ku çarenûsa serkeftinê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên misogerkirin.

Çapemeniya cîhanê: Divê mafên Kurdan bikeve destûrê
1 sibat, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana ku di navbera QSD û hikûmeta demkî de hat çêkirin, di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Çapemeniya navneteweyî destnîşan kir ku serkeftina peymanê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên garantîkirin û destnîşan kir ku ev pêvajo dê rasterast bandorê li Tirkiyeyê bike.

New York Timesê diyar kir ku aramiya li Sûriyeyê tenê bi navendparêziyê nayê bidestxistin û divê daxwazên Kurdan ji bo naskirina siyasî, mafên çandî û rêveberiya herêmî bi destura bingehîn werin garantîkirin. Rojnameyê her wiha bang li Enqeryê kir ku qanûna xwe ya ku vegera Kurdên bêçek rêk dixe, derxîne.

The Canaryayê, bal kişand ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo komên hikûmeta demkî û diyar kir ku modela Rojava bi rêveberiya bi serokatiya Şeri re di nakokiyeke cidî de ye. SRF'ê ya li Swîsreyê û The Amargi bal kişandin ser qurfbariya peymanê û destnîşan kirin ku aştiya mayînde bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye.

Hat gotin ku Rojava bandoreke kûr li ser siyaseta Kurdan li herêmê dike û hişyarî hat dayîn ku hilweşîna peymanê dikare bibe sedema aloziyên nû hem li Sûriyeyê û hem jî li herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li çaraliyê cîhanê zêde dibin, di heman demê de fikarên li ser berdana endamên DAIŞ'ê ji hêla hikûmeta demkî ve berdewam dikin.